Ji gerîlayên YJA-STAR’ê çalakî: 2 leşker mirin

Ji gerîlayên YJA-STAR’ê çalakî: 2 leşker mirin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayên jin ên YJA-STAR’ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xistine û di enamê de 2 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn; “Di 9'ê Hezîranê de li navçeya Çelêya Colemergê bi tevlêbûna leşkerên qereqola 49'an operasayonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di navbera gerîlayên me yê YJA-Star û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker hatine kuştin.

LI STEWRÊ ÇALAKÎ Û OPERASYON

Dı daxuyaniyaê de hat gotin ku di 8'ê Hezîranê de di saet 22.20'an de li navçeya Stewra Mêrdînê li dijî lojmanên polîsan ji aliyê “gerîlayên me” ve çalakiyek hatiye lidarxistin û hat ragihandin; “Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Operasyona piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike.”

LI GIYADÎNÊ OPERASYON

di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 9'ê Hezîranê de li navçeya Giyadîna Agiriyê li dijî Kirê Tutekê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi tevlêbûna yekîneyên veşartî operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

LI DIJÎ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ TOPBARAN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “ Ji 8'ê Hezîranê û vir ve bi navber li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Ertûşa bi ser navçeya Çelêya Colemergêye û li dijî herêmên Çiyareş û Şikefta Brîndara ya bi ser Bajaroka Şeladizêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin.”