Navenda Çapemeniya YJA Starê ragihand ku gerîlayên wan li Şemzînanê li dijî 4 qereqolan çalakiyên hemwext li dar xistine û di encamê de herî kêm 7 leşker hatin kuştin.
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniya YJA-Star de hat gotin; “Gerîlayên me yê YJA-Star di 23'ê Tebaxê de di saet 15.00'an de li dijî qereqolên Rûbarok, Girana, du qereqolên nû tên avakirin û baregeheke leşkerî ya ewlekariya wan digire yên bi ser navçeya Şemzînana Colemergê ye çalakiyên hemwext li dar xistine”
Navenda Çapemeniya YJA-Starê ev agahî der barê çalakiyên gerîlayên jin de da; “Di encama van çalakiyan de çepereke çeka A4 û çeka MG3 jî di nav de 2 çeper hatine rûxandin.Yek jê astsubay 7 leşkerê dijmin hatiye kuştin 3 jê giran bi giştî 9 leşker jî birîndar bûne.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku artêşa “dagirker” a tirk ên kuştî û birîndarê xwe rakirine navenda Geverê pişt reli dijî Girê Xwedê, Dola Zeytê û derdora cihên çalakiyan bi hewan, obus, helîkopterên kobrayan û bi balefirên şer bi dijwarî bombebaran kiriye û di heman demê de şewata daristanan a li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.