Ji DOKH'ê kampanya 'Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin'
Ji DOKH'ê kampanya 'Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin'
Ji DOKH'ê kampanya 'Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin'
Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk (DOKH), ji bo ronîkirina komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li Parîsê, ku di encamê de yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest da, dest bi kampanya îmzeyan a navneteweyî kir.
Bi nêzîkbûna 1. salvegera qetilkirina 3 jinên şoreşger ên Kurd re, DOKH bi kampanyayeke navnetewî re ronîkirina komkujiyê û cezakirina kiryaran, dixe rojeva navneteweyî.
Di daxuyaniya nivîskî ya li ser kampanyayê de hat ragihandin ku di ser qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re salek derbas bû û hat destnîşankirin ku di lêpirsînê de ti pêşketin nîne û polîsê Fransayê bêdengiya xwe diparêze. DOKH'ê got, "Bêdengiya li vê sûîkasta şermê, hevkariya cînayetê ye" û ji hikûmeta Fransayê xwest ku bûyerê ronî bike û kujeran ceza bike.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Di vê çarçoveyê de weke DOKH me bi jinên Rojhilata Navînî re dest bi kampanyayeke îmzeyan kirin. Kampanya îmzeyan dê ji îmzeyên saziyan re jî vekirî be."
Îzme, dê ji saziyên jinan ên li Tirkiyê û li qada navneteweyî were girtin. Îmzeyên bên komkirin, wê piştre bi heyetekê re di 9'ê Çileya 2014'an de pêşkêşî rayedarên Fransayê bên kirin.
DOKH'ê di "Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn" de ku di navbera 31'ê Gulan-2'ê Hezîrana 2013'an de hat lidarxistin, 9'ê Çileyê weke "Roja çalakiyên hevpar li dijî kuştinên siyasî" qebûl kiribû.