Ji DOHK’ê bo konferansa jinan banga tevlibûn
Ji DOHK’ê bo konferansa jinan banga tevlibûn
Ji DOHK’ê bo konferansa jinan banga tevlibûn
Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk ya DOHK’ê di navbera 31’ê Gulanê-2’ê Hezîranê de konferansekê pêk tîne. Konferans diyariyê hersê siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat kirin.
Komîsyona Amadekar a konferansê di nivîsa xwe ya bangê de wihag ot: “Em DOKH’ê bi salane dibêjin jin jiyan azadî. Ji bo azadiya jinan em li kolanin. Em qadên nû diafirînin. Em bi mîlyonan jin di vê têkoşînê de ne. Li ber girtîgehan, li kolanan, li panelan û li Mîtîngan me silav şandind û êşa xwe parve kir. Jib o jiyana azad biafire, me hewl da. Lê di 9’ê Çileyê kanûnê de hevalên me Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Ji ber vê jî biryara pêkanîna vê hevdîtina jinên Rojhilata Navîn hat dayîn.
Em komeke 10 kesan a xebatê ketin rê. Ev 3 meh bûm em li ser vê konferansê dixebitin. Em çûn Foruma Civakî ya Cîhanê Tunusê. Piştî em çûn Hevdîtina jinan a Nepalê. Em heta Hîndîstanê çû. Ev hevdîtin jî dê bibe hevdîtin jinên ji çand, bwerî, etnîsÎte, zayen, çîn, temen û zimanên cuda. Wek hevdîtina Sakîne, Fîdan û Leyla.
Em her sê hevalên xwe dê nedin jibîrkirin. Em hêzê xwe mezintir bikin, zedetir bibin û têkoşîna xwe bilind bikin. Ji bo îradeya jiyana azad û têkoşînê a jinan careke din derxînin holê em di 31’ê Gulan û 1 û 2’ Hezîranê deli Amedê bên cem hev.
Di axaftina vekirinê de dê li ser navê DOKH’ê Fatma Kaşan bike. Piştî peyama jinên girtî, dê Gulten Kişanak, Aysel Tugluk û mîvana ji Fîlîstînê Laîla Khalîd dê biaxvin.
Roja yekemîn Shahla Ezazî ya li Îranê bi xebatên xwe yên li ser jinan tê zanîn, ji Afganîstanê parlamenter Malalaî Joya, ji Misirê Rabab El Mahdî û ji Fîlîstînê jî Rabab Abdulhadî dê li dîroka me jinan binêrin. Her wiha ji Rojava Asiya Ebdula û ji Kolektîfa Femînîst a Sosyalîst Fîlîz Karakuş dê li ser dîroka jinên ser erdnîgariya me rawestin. Her wiha ji Tikriyeyê jî Fatma Bostan dê li serî dîroka jinan a Rojhilata Navîn û nêrîna Îslamî ya li ser jinê bisekine.
Di roja duyemîn de ji tevgera jinan a Fîlîstîn Amal Whadan û Rawda Odeh biaxivin. Ji Misirê Samîra Îbrahîm tê koşîna xwe vebêje. Endama Meclisa Netewî ya Guherînê ya li Misirê Shahenda Makla dê têkoşîna gudan parve bike. Ji Îranê akademîsyen Fîrouzeh Mohajer, Susan Tahmasabî û parêzera jinên doza darvekirinê Shadî Sadrî biaxivin. Hunermenda ji Pakîstanê Sarah Huseîn, aktîvîstaq Hîndîstanê Ranjana Kumarî, li Lîbyayê pispora hiqûqê Salwa El Daghîlî dê biaxivin. Her wiha ji Fasê hunermend Naîma Zîtan jî dê biaxive.
Roja dawî jî dê gelek mijarên din yên wekê guherîn û veguhestina pêvajoya li Rojhilata Navîn li ser modelên rêxistinê nîqaş bên meşandin. Di van mijarana de akademîsyona Îranî Mînoo Moallem dê biaxive. Ji Tunusê Salwa Ben Afîa Gîga dê modeleya jinên Tunusê û Nukhet Sirman jî dê modela Hewlana jinên ji bo aştiyê vebêje. Ji Yekitiya Jinên Ereb sekretera Giştî Ramzîa Abbas El-Ayran jî jinên cîhana ereb vebêje. Ji Partiya Sosyalîst a Misiriê Karîma Alî Hefnay û ji Serhildana Jinan a Cîhana Ereban Faraq Barqawî jî dê modela rêxisbûna jinê bide nasîn.