Hat ragihandin ku di cinayeta jina Kurd Melek Karaalsan (24) a ku li navçeya Xemûra Agiriyê dijiya de, lêpirsîn ne bi awayê “kuştina mirovan”, bi awayê “eziyetê” tê meşandin. Li gorî vê; Dê hevserê Karaaslanê û malbata wî yên ku wê kuştin dê 3 sal cezayê girtîgehê bigirin û rizgar bibin.
Alîkarê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) parêzer Munîp Ermîş nerazîbûn nîşan biryarê da; “Dozgeriyê Qanûna Ceza ya Tirk bi temamî tune hesibandiye.” Parêzer Ermîş ragihand ku divê kesên bûne sedema mirina Karaaslanê herî kêm 20 sal cezayê girtîgehê werbigirin, lê kesên bûne sedem nehatine girtin jî!
‘Bûka zarok’, Melek Karaaslan di rojên borî de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Xemûr a Agiriyê dijiya. Beriya çend mehan Karaaslan ducanî bû, di wê demê de li rastî tundiya hevserê xwe û malbata wî hat, ew avêtin kolanan, li kolanan zaroka xwe ya mirî anî dine. Hiş û aqilê xwe wenda kir, piştî hevserê wê ew di van sê mehên dawiyê de di tuwaletê de girêda û di van rojên dawiyê de li nexweşxaneyê jiyana xwe jid est da.
Wezareta Dadê ragihand ku der barê kuştina Melek Karaaslanê de biryareke skandal hatiye dayîn û aşkere kir ku ev bûyer di çarçoveya sucê “eziyetê” de tê lêpirsîn.
Alîkarê Serokê ÇHD’ê Munîp Ermîş ji ber ku ji kuştina Karaaslanê ne hevserê wê Ferdî Karaaslan û ne jî tu endamên malbatê nehatine girtin, nerazîbûn nîşan da.
Ermîş aliyê huquqî yê vê bûyerê wiha şîrove kir; “Ger ev yek tenê weke sucê eziyetê were hesibandin, wê demê dozgeriyê Qanûna Ceza ya Tirk tune hesibandiye. Ev qanûn bi qasî ku cih nade tu şîroveyên huquqî aşere û zelal e.”
'LI GORÎ HUQUQÊ DIVÊ HERÎ KÊM 23 SAL CEZA BÊ DAYÎN'
Parêzer Ermîş, diyar kir ger ev suc weke sucê “bi zanebûn kuştina mirovan” neyê nirxandin, û tenê ger “ji ber birîndarkirinê jî jiyana xwe ji dest dabe, 16 sal, ji eziyetê jî 3 sal, ji astengkirin mafê azadiyê 4 sal û giştî divê ev ceza herî kêm 23 be.
Ermîş destnîşan kirk u sucê eziyetê êrîşên fîzîkî nagire nava xwe, ji êrîşên psîkolijîk, biçûkxistin, heqaret û tacîzan pêk tê û got; “Lê ger ev yek her tim were berdewamkirin, ev jî sucek e. Mirov nikare vê yekê li hemberî kesek her tim li hevsera xwe pêk tîne, pêk bîne. Ev tenê dibe beşek ji sucê wî.