Ji bo Uçan Supurge konserek tê lidarxistin

Ji bo Uçan Supurge konserek tê lidarxistin

Serfîrê Komara Federal a Almanyayê Eberhord Pohl û hevsera wî Irmtrud Pohl, ji bo Uçan Supurge konserekî pêk tîne.

Konser di 15’ê hezîranê de avêrê li baxçeyên Seferatxaneya Almanyayê dê pêk were. Di konserê de Elîf Yalçin û Orksetraya wê dê derkeve ser dîkê. Her wiha di şevê de diyarî dê bên belav kirin û ligel vê menûyeke dewlemend ya xwarinê jî heye.

Hemû hatina konserê dê ji bo Uçan Supurge bê danîn û serê biletê jî 50 TL ye. Kesên ku bixwazin piştiriyê bidin vê konserê dikarin bîletan ji Komeleya Lêkollîn û Têkiliyê ya Jinan a UçanSupurge bigire.