Ji bo şaredara berê yê Bazîdê 7,5 sal ceza

Ji bo şaredara berê yê Bazîdê 7,5 sal ceza

Di rûniştina doza li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê pêk hat de bi îdîaya “endama rêxistina ne qanûnî ye” 7,5 sal cezayê girtîgehê li Şaredara berê ya navçeya Bazîda Agiriyê Mukaddes Kubîlay a BDP’yî hate birîn.

Rûniştina doza ji ber axaftinên şaredara berê ya Bazîdê Mukaddes Kubîlay di pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Bazîdê û axaftina di 21’ê Adarê Cejna Newrozê de kir, bi îdîaya “endama rêxistina ne qanûnî ye” hatibû vekirin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê pêk hat.

Bi hinctea Kubîlay “endama rêxistina ne qanûnî ye” 7,5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Cezayê Kûbîlayê ji ber 3’yemîn pakêta darazê hat taloqkirin û dosya ji Dadgeha Bilind a Tirk re hat şandin. Ger Dadgeha Bilind ceza erê bike, Kubîlay dê bikeve girtîgehê.

Di serdema rejîma AKP’ê de Tirkiye ji bo girtina hilbijartiyan bûye mezintirîn girtîgeha cîhanê. Niha 35 şaredar û 6 parlenterên Kurd di girtîgehan de ne.