Ji bo sê şoreşgerên jin li Parîsê çalakî

Ji bo sê şoreşgerên jin li Parîsê çalakî

Ji bo sê şoreşgerên jin ên Kurd ku di 9'ê Çileyê de li paytexta Fransa Parîsê hatin kuştin, çalakiya "em edaletê dixwazin" hat lidarxistin.

Jin li ber Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd a li Parîsê hatin cem hev û heta ber Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê ku lê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin kuştin, meşiyan.

Çalakgeran wênêyn hersê şoreşgerên jin ên Kurd û alên KCK û KJB'ê hildan û bang li hukûmeta Fransayê kirin ku komkujiyê ronî bike.

Jinan her weha bang li herkesî kir ku tevlî meşa 12'ê Hezîranê ya ji ber Navenda Enformasyonê ya li Gare du Nord ber bi Wezareta Edaletê ve, bibin.