Ji bo Rojava li ber parlamenta Wîesbadenê çalakî
Ji bo Rojava li ber parlamenta Wîesbadenê çalakî
Ji bo Rojava li ber parlamenta Wîesbadenê çalakî
Jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên piştevaniya bi Rojava re dewam dikin. Tevgera Jinê ya Kurd li Ewropayê di çarçoveya kampanya bi şiyara "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye" çalakiyan pêk tîne.
Bi armanca şermezarkirina komkujiya li Rojava di 31'ê Cotmehê de wê li ber Parlamenta Eyaleta Hessen a bajarê Elmanya Wîesbadenê saet ji 10'an heta 17'an çalakiya vedan kon û mîtîngê bê lidarxistin.
Çalakî ji aliyê meclîs û komîsyonên jinan ên li Frakfûrt, Darmstadt, Gîessen, Mannheîm, Nurnberg û Saarbruckenê ve tê organîzekirin. Der barê çalakiyê de komîteya amadekar daxuyaniyek da û bang li Kurdistanî û demokratên li bajarên derdorê dijîn kir ku beşdarî çalakiyê bibin.
Çalakî wê di 31'ê Cotmeha 2013'an saet di navbera 10 û 17'an de li ber Parlamenta Eyaleta Hessenê ya Wîesbadenê ku li Schlossplatz'ê ye pêk were. Di çalakiyê de wê belavok jî werin belavkirin û di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de îmze werin komkirin. Her wiha wê dosyayek der barê komkujiyên û rewşa siyasî ya li Rojava pêşkêşî parlamentê bê kirin. Dê ji endamên parlamentê bê xwestin ku rewşa li Rojava ji nedîtî ve neyên.
Çalakiya vedana kon dê bi mîtîngek di navbera saet 16:00-17:00 de bi dawî bibe.
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê her wiha ji 1'ê Îlonê û vir ve di çarçoveya kampanya bi şiyara "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye" de di serî de amûretên tenduristiyê, dermanên ji bo zarokan alîkariya maddî kom dike.