Komeleya Jinan a Ceren piştgirî da greva birçîbûnê ya ku ket roja 57’an û wiha got: “Ji bo em mirinan rawestînin êdî ne sibê dibe ku deqeyek jî êdî dereng be! Em bang dikin ku têkoşîn û piştevaniya me ya ku zihiniyeta serdest a mêr û nûnerê wê hikûmetê mehkum kiriye di her astê de bilind bikin.”
Komeleyê der barê grevan de daxuyaniyek da û diyar kir hikûmet hewl dide çand û zimanî kurdî tune bike û wiha got: “Nûnerê zîhniyeta serdest a mêr ya îro hikûmeta AKP’ê û serokwezîrê wê yê ku xwe wenda kiriye polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê didomîne. Zihniyeta serdest li her derê li ser bedena jinê ked û îradeyê xwe dimeşîne û hewl dide bi hegomonyaya xwe civakan di warê exlaqî û polîtîk binirxîne. Jinên kurd û gelê kurd li dijî polîtîkayên înkar, asîmîlasyon, xesp, mirin û îşkenceya hikûmetê rû bi rû ye. Li ser axa me ziman, çand hebûna me tê tunekirin. Bê gumandê em li dijî vê polîtîkaya bê exlaq bê nemînin û emê têbikoşin.”
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ev şer 30 sale didome û wiha hate gotin: “Di encama opesrasyonên qirkirinê yên hikûmeta tirk de bi dehan kes hatin girtin û niha li girtîgehên Tirkiyeyê bi polîtîkayên înkar û îmhayê re têdikoşin.”
Hate diyarkirin ku girtiyên kurd ev 57 roje ji bo daxwazên xwe yên wekî tecrîda liser Ocalan bê rakirin û astengiya li pêş zimanê kurdî bê rakirin di grevê de ne.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hevalên me yên ku ji xwe re îdeolojoiya rizgariya jinê, têkoşîna zayendê û piştevaniya bi jinê re kiriye esas ji 12’ê îlonê de di girevê de ne. Grev êdî gihiştine asteke krîtîk. Hikûmet tirk û serokwezîrê wan yên ku psîkolojiya wî xera bûye, vê berxwedanê nabîne û bi hemû rêbazên manîpuleyê hewl dide rayagiştî ya cîhanê bixapîne. Ev pratîka Erdogan jî encama xwe wekî padîşah dîtinê ye. lê gelê tirk û jin van fermanên kujer nas nake û piştevaniya xwe ya bi girtiyên kurd re tînin ziman.
Komeleyê da zanîn ku daxwazên girtiyên siyasî daxwazên wan e û wiha pê de çû: “Ji mirin bê rawestindan ne sibê dibe ku deqeyek jî dereng be. Em têkoşîn û piştevaniya xwe ya ku zihniyeta serdest a mêr û nûnerê wê hikûmet mehkûm kiriye, bilindtir dikin.”