Ji bo Ozgecan li Parîsê civîn

Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Villeneuf Saint Georges ji bo pêşxistina têkoşîna li hember zîhniyeta ku Ozgecan Aslan qetil kir civînek hat lidarxistin.

Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Villeneuf Saint Georges ji bo pêşxistina têkoşîna li hember zîhniyeta ku Ozgecan Aslan qetil kir civînek hat lidarxistin.

Civîn, saet 13.00’an bi rêzgirtinê destpê kir. Zozan Serhed a wek axaftvan tevlî civînê bû li ser pêşveçûnên beriya qetilkirina Ozgecan Aslan û piştî wê sekinî. Serhed got ku dijminên jinan ji AKP’ê hêz digirin, cinavirê pergalê afirandiye çanda tacîz û tecawizê didomîne.

Serhed diyar kir ku divê qetilkirina Aslan bibe sedema şerê li hember pergala heyî û têkoşînekê û wiha dewam kir, "Em soz didin wê tevgera jinan a Kurd bîranîna Ozgecan bi pêşxistina têkoşîna azadiyê re bide jiyîn.”

Piştî axaftina Serhed jinên tevlî civînê bibûn nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Di civînê de bi taybet hat diyarkirin ku divê tevayî jin di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de li qadan bin.