Ji bo Ortakayayê meşa meşaleyî

Ji bo Ortakayayê meşa meşaleyî

Li Amedê qetilkirina Kader Ortakaya ya ku li ser sînorê Kobanê ji aliyê leşkerên Tirk ve, hate protestokirin.

Li Amedê ji bo Ortakaya ya ku li ser sînor hate qetilkirin, bi pêşengiya  Meclîsa Jinan a Amedê ya KESK’ê, li ber avahiya Egîtîm Senê ya bajêr, li hev civiyan, meşaleyên xwe pêxistin û heta ber AZC Plazayê meşiyan. Di meşê de pankarta, “Hemû jinên li Kobanê û Şengalê hatin qetilkirin û firotin, rondikên çavên cîhanê ne” hate vekirin.  Di meşê de dirûşmên “Bijî Berxwedana Kobanê” û “Kader Ortakaya Nemir e” hatin gotin. Meşa ku li gel dorpêça polîsan pêk hat, ji aliyê kesên li derdorê ve bi çepik û tilîliyan hate destekkirin.

Jinên ku gihiştin ber AZC Plazayê daxuyanî dan. Hevseroka Egitim Senê Dîlek Aslan daxuyanî da û bal kişand ser nameya Kader Ortakaya ya der barê Kobanê de nivîsandibû û girîngiya berxwedana Kobanê.

AKP HEVKARA KUJERÊN ORTAKAYA YE  

Aslan got: “Kujerên hevala me Kader aşkera ne” û wiha domand: “Kujerên Hevala me Kader desthilatdariya AKP'ê ya li pişt çeteyên DAIŞ’ê cih digire ku dixwazin berxwedana Kobanê bifetisînin, Rojava bikeve û  herî dawiyê jî Tevgera Azadiya Azadiya Kurdan tune bikin.”

Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê ya bi qasî 10 deqeyan hate lidarxistin.