Ji bo nûçegihana DÎHA’yê Ozlem Agûş 6 meh tecrîd!

Ji bo nûçegihana DÎHA’yê Ozlem Agûş 6 meh tecrîd!

Rêvebiriya Girtîgeha Karataşê der barê Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) Ozlem Agûş ku di çarçoveya operasyona KCK'ê li Edeneyê 6 meh berê hatibû girtin de, bi hinceta ku "Ewlehiya hundirê girtîgehê dixe nava xeteriyê" 6 meh cezayê disîplînê ya astengkirina hevdîtinên vekirî û girtî, 45 roj jî cezayê astengkirina mafê ragihandinê yên wekî telefon û nameyan da. Parêzerê Nûçegîhan Agûş Prz. Vedat Ozkan bertek nîşanî biryara girtîgehê da û diyar kir rêvebiriya girtîgehê dixwaze li ser Agûş tecrîdê bimeşîne û wê li girtîgehê îzole bike.

Der barê Nûçegîhana DÎHA'yê Ozlem Agûş ku di 9'ê Adarê de li Edeneyê di çarçoveya operasyona KCK'ê hatibû girtin, ligel ku 6 meh e girtî ye, îdîaname nehatiye amadekirin. Rêvebiriya Girtîgeha Jinan a Karataşê der barê Nûçegîhan Agûş bi hinceta ku "Ewlehiya hundirê girtîgehê dixe nava xeteriyê" 3 lêpirsînên disîplînê da destpêkirin. Di encama lêpirsînan de li Agûşê 3 meh cezayê astengkirina hevdîtinên girtî û vekirî, 3 meh cezayê astengkirina hevdîtina girtî û 45 roj jî cezayê astengkirina mafê ragihandinê yên wekî telefon û nameyan hate birîn.

'MUWEKÎLA MIN TECRÎD DIKIN'

Parêzerê Nûçegihan Agûş Prz. Vedat Ozkan diyar kir ku hefteya borî çûye hevdîtina muwekîla xwe û Agûş der barê cezayan agahî daye wî. Ozkan wiha got: " Bi hinceta ku Cejna Newrozê pîroz kirine û agir vêxistine, ketiye çalakiya greva birçîbûnê û ji ber ku di nameyên şandiye de nûçeyan nivîsandiye, her wiha propagandaya rêxistinê kiriye der barê muwekîla min lêpirsîn hatiye vekirin. Di encama lêpirsînê de bi hinceta ku 'ewlehiya hundirê girtîgehê dixe nava xeteriyê” 6 meh cezayê astengkirina hevdîtina vekirî û girtî, 45 roj jî cezayê astengkirina mafê telefon û nameyan lê hatiye birîn. Her çiqas me îtîrazî Dadgeriya Înfazê kiribe jî, ev cezayên bêdad nehate rakirin. Cezayê Agûşê ji meha borî ketiye meriyetê. Têkiliya muwekîla min bi der ve hatiye qutkirin. Bi vî awayî dixwazin muwekîla min tecrîd bikin û wê îzole bihêlin."