Ji bo mitînga Şoreşa Rojava banga tevlîbûnê
Ji bo mitînga Şoreşa Rojava banga tevlîbûnê
Ji bo mitînga Şoreşa Rojava banga tevlîbûnê
Meclisa Jinan a BDP’a Stenbolê ji bo mitînga silavkirina Şoreşa Rojava ku dê di 24’ê mijdarê de li Qada Îskelê ya Kadikoyê bê li darxistin, li avahiya BDP’a Stenbolê civîna çapemeniyê pêkanî û banga tevlîbûnê kirin.
Meclisa Jinan a BDP’a Stenbolê ji bo mitînga silavkirina Şoreşa Rojava ku dê di 24’ê mijdarê de were li darxistin civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de Berdevka Meclisa Jinan Semra Demîr, 3 Rojavayiyên ku li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê ji aliyê leşkerên tirk ve hatin qetilkirin şermezar kir. Demîr destnîşan kir ku, Şoreşa Rojava, şoreşa ku jin û gelan azad dike ye û wiha got: “Jin li Rojhilata Navîn di mal de dihatin mehkûmkirin lê niha li Rojava şer dikin. Gel vê şoreşê weke şoreşa jinê dibîne û ev jî pir girîng e.”
Demîr bi bîr xist ku, dê Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) bi pankarta ‘Rojava bila roj li te qet û qet neçe ava’ û ‘Dîroka jinê bi şoreşa jinê ya Rojava re ji nû ve tê nivîsîn’ tevlî mitînga 24’ê mijdarê bibe. Demîr herî dawî bang li jinên Kurd û Tirk kir ku tevlî mitîngê bibin û xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin.