Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ji bo meşa ''Ji Ocalan re Azadî" ya di 29'ê Tebaxê de pêk bîne banga tevl^şbûnêkirin. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, bang li her kesî kir û diyar kir ku, ew ji 7 salî heta 70 salî her kesî vedixwînin meşa azadiyê.
Amadekariya DOKH'ê ya meşa ji bo Azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), ji bo banga meşa 29'ê Tebaxê ku bi navê "Ji Ocalan re azadî" ji avahiya BDP'ê heta Parka Koşuyolu bidome. Tevgera Jinan ya Amedê li avahiya BDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, bal kiyand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got:
"Gelê Kurd vê yekê wisa qebûl nake. Ji bo em vê yekê qebûl nakin me biryara meşê da. Em dê di meşê de Azadiya Birêz Ocalan bixwazin. Ji bo pirsgirêk çareser bibe divê şert û mercên Birêz Ocalan baş bibe û azadiya fîzîkî pêk bê. Em dê di 29'ê Tebaxê de li ber avahiya BDPê kom bibin û di demjimêr 16.00'an de heta Parka Koşuyolu bimeşin." Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, bang li her kesî kir û diyar kir ku ew ji 7 salî heta 70 salî her kesî vedixwîne meşa azadiyê.
Nûnerên DOKH'ê, Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Îzmîrê civîn pêk anî û banga meşa 29'ê tebaxê kir. Meclîsa Jinan ya BDP daxuyani da û banga tevlîbûna meşêkir. Endama Meclîsa BDP'ê Mukaddes Kubilay û Yildiz Çelik edamên Dayîkên Aştiyê amade bûn. Di daxuyaniyê de Kubilay anî ziman ku, armanca sereke ya meşê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane. Kubilay bang li her kesîkir û xwest tev li meşê bibin. Kubilay, anî ziman ku dê di demjimêr 17.00'an de li ber Konak Pierê kom bibin û bimeşin.