Ji bo Kobanê û Şengalê pembû kom dikin

Ji bo Kobanê û Şengalê pembû kom dikin

Bi pêşengiya Navenda Piştevaniya Jinê ya Viyan a Şaredariya Silopiyayê, jinan li erdê pembû dest bi kar kirin û wê hemû dahatên xwe ji gelê Kobanê û Şengalê re bişînin.

Jinên li navçeya Şirnex Silopiyayê, bi armanca piştgirîdayîna gelê Kobanê û Şengalê, li erdên pambû dest bi kar kirin û dan zanîn ku wê dahatên vî karê xwe ji Kobanê û Şengalê re bişînin. Jinên di bin pêşengiya Navenda Piştevaniya Jinê ya Viyan a Şaredariya Silopiyayê de hatin cem hev, duh li gundê Şivesorê dest bi komkirina pembû kirin. Hevşaredara Silopiyayê Emîne Esmer diyar kir ku li Silopiyayê potansiyeleke mezin a jinan heye, jinan mora xwe avêtine binê gelek xebatên girîng, lewma wan dest bi xebateke bi vî rengî kirine.

Esmer ragihand ku divê destek ji xebatên jinan ên ji bo piştevaniya jinên li Kobanê û Şengalê re bê dayîn û got, "Divê tevahiya jinên Botan û Kurdistanî, ji bo piştevaniya madî û manewî ya ji bo Şengal û Kobanê, li her qadê destekê bidin."