Ji bo Kişanak û Tunecelê jî fezleke hatin amadekirin

Ji bo Kişanak û Tunecelê jî fezleke hatin amadekirin

Serdozgeriya Raye taybet a Meletiyê bi daxwaza rakirina mafê wan ê destlênedanê der barê Hevseroka BDP’ê û Parlementera Sêrtê Gultan Kişanak û Parlementera BDP’ê ya Stenbolê de fezleke amade kir.

Serdozgeriya Raye taybet a Meletiyê bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” û “pensê suc û sucdar dane” bi daxwaza rakirina mafê wan ê destlênedanê der barê Hevseroka BDP’ê û Parlementera Sêrtê Gultan Kişanak û Parlementera BDP’ê ya Stenbolê de fezleke amade kir.

Hêjayê gotinê ye ku Dozgeriya Amedê jî di 31’ê gulanê de der barê tevî hevserokên BDP û KCD’ê 8 parlementeran de fezleke amade kiribû.

Dozgeriyê, bi îdîaya “Endamên KCK’ê ne” ji bo rakirina mafê destnedanê yê hevserokê BDP’ê Gultan Kişanak (Parlementera Sêrtê) û Selahattîn Demîrtaş (Parlementerê Colemêrgê), hevserokên KCD’ê Ahmet Turk (Parlementerê Mêrdînê yê serbixwe) û Aysel Tûglûk (parlementera Wanê ya serbixwe), Parlementerên BDP’ê Sehabat Tuncel (Stenbol), Emîne Ayna (Amed), Ayla Akat Ata (Êlih) û Nûrsel Aydogan (Amed) fezleke amade kir.

Ev fezleke ya cûda cûda ya der barê parlementeran de ji 30 rûpelan pêk tê. Di fezlekeyê de hatin û çûyîna parlementeran a li Buroya Rêveberiyên Herêmî û dengê wan ê hatine guhdarkirin û tomarkirin, weke delîl hatine nîşandan. Di fezlekeyê de tê gotin ku têkiliya parlementerên navborî bi KCK’ê re hene. Ji bo fezleke pêşkêşê Serokê Meclîsê were kirin, fezleke ji Wezareta Dadê ya Tirk re hat şandin.

KOMARA FEZLEKEYAN

Di 9’ê gulanê de Serdozgeriya Komarê ya Wanê bi hinceta doktorek derb kiriye, fezleke der barê Parlementerê BDP’ê yê Wanê de amade kiribû.

Ji sala 2009 û vir ve, bi hezaran siyasemetdarên Kurd piştî serkefitna DTP’ê ya di hilbijartinan de tên girtin û binçavkirin. Parlementerên Kurd jî ji vê yekê para xwe werdigirin. Tenê di sê mehên destpêkê yên îsal de der barê parlementerên BDP’ê yên ku daxwaza azadî, maf, demokrasî û dadê dikin de 120 fezleke hatibûn amadekirin