Gelê Îngilîstanê ji bo ku jinên ji Erebîstana Siûdî bikarin beşdarî Olîmpiyatên 2012 yên li Londonê bibin, dest bi kampanyaya îmzeyan kir.
Lêkolînerê Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan Christoph Wilcke, der barê neşandina jinên Erebîstana Siûdî ji bo Olîpiyatên 2012 yên li Londonê de raporek amade kir. Di raporê de tê gotin ku oldarek dibêje ku kincên ku jin di olîpiyatê de li xwe dikin, ne li gorî ola Îslamê ne û hin sporvanên jin ên nezewicî, nikarin li hemberî hin sporan li ber xwe bidin, ji ber wê jî nikarin beşdar bibin.
Gelê Îngilîstanî vê helwesta rêveberiya Erebîstana Siûdî protesto kir û ji bo jin bikarin beşdarî olîpiyatên sala 2012’ê bibin dest bi kampanyaya îmzeyan kirin.