Ji bo jinên Êzidî li ber avahiya NY’ê ya li Beyrûtê çalakî

Ji bo darizandina faîlên qirkirina li Şengalê, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li paytexta Lubnan Beyrûtê, ji aliyê rêxistinên jinan ve çalakiyek hate lidarxistin.

Weqfa Jinan a Jîn, Weqfa  Çandî û Civakî ya Newrozê û Komeleya Werde Butrus-Wekhevî ji bo Karê Jinan li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li paytexta Lubnanê Beyrûtê çalakiyeke protestoyî ji bo piştgiriya berxwedana jinên Êzidî lidar xist.

Gelek çalakvan û komeyelên jinan ên Lubnanî û Filistînî tevlî çalakiyê bûn.

Seroka Komeleya Werde Butrus-Wekhevî ji bo Karê Jinan Dr. Marî El Dibis axivî û komkujiya Şengalê bi bîr anî. Marî bang kir ku hesab ji sûcdaran bê pirsîn û aqûbeta bi hezaran jinên êzidî bê aşkerakirin.

3’yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Şengalê kiribû û zêdetirî 6 hezar jin û zarokên Êzidî revandin. Wê demê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji Şengalê vekişiyan û xelkê wê bi çeteyan re rû bi rû hişt.