Ji bo jinan 10 welatên xetere
Ji bilî herêmên şer, gelek welat ji bo jinan gelekî xetere ne.
Ji bilî herêmên şer, gelek welat ji bo jinan gelekî xetere ne.
Ji bilî herêmên şer, gelek welat ji bo jinan gelekî xetere ne.
Di nava welatên ku ji bo gera bi tenê ya jinan xetere ne de, Hîndîstan, Tirkiye û Fas jî hene.
Ji damezrînerên malpera we a Navenda Ger û Geştê ya Navneteweyî ya ji bo Jinan Julie Kreutzer da xuyakirin, ku polîtîkaya herî baş a ji bo ewlekariyê, samîmiyet e.
Kreutzer ji rojnameya DailyMail re axivî û got, "Bêguman em destekê didin jinên hewl didin bi tena serê xwe bigerin, lê belê divê me xwe nexapînin. Li her cihî em bi xweşbînî nayên pêşwazîkirin."
Rojnameya DailyMail lîsteya welatên ku di dema gera bi tena serê ya jinê de divê hay ji xwe hebe, derxist:
1- Hîndîstan: Tecawiza li tûrîstan û jinên Hîndîstanê rastiyeke cihê xemgîniyê ye. Li Hîndîstanê her 20 deqeyan carekê êrîşa zayendî rû dide. Ev yek hejmara saziyên fermî ye. Hejmara rastî gelekî zêde ye.
2- Brezîlya: Ev welat, ji peravên xwe heta daristanên bê serî û dawî, gelek pêşniyarên ger û geştê dike. Lê belê jin li vê derê rastî îstîsmara polîsan û şîdeta giştî ya mafyayan tên. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê, bûyerên tecawizê di navbera salên 2009 û 2012'an de ji sedî 157 zêde bûne.
3- Tirkiye: Ev çend hefte ne jin li vî welatî li dijî şîdetê li kolanan xwepêşandanê lidar dixin. Di nava tecawiz, cînayet û êrîşê de, weke jin jiyana li vî welatê li ber deriyê Ewropayê ye, ne baş e.
Welatên din ên ji bo jinan xetere ne wiha hatin rêzkirin: Tayland, Misir, Kolombiya, Başûrê Afrîka, Fas, Meksîka û Kenya.