Ji bo jina hevserê xwe kuşt biryara 'parastina rewa'
Ayşegul Erke ku xwe li hemberî hevserê xwe yê ku meha Çileyê êrîşê wê kir û xwest bikuje kir, kuşt, biryara serbestberdanê hate dayin.
Ayşegul Erke ku xwe li hemberî hevserê xwe yê ku meha Çileyê êrîşê wê kir û xwest bikuje kir, kuşt, biryara serbestberdanê hate dayin.
Li Zonguldakê jina bi navê Ayşegul Erke ku xwe li hemberî hevserê xwe yê ku meha Çileyê êrîşê wê kir û xwest bikuje kir, kuşt, biryara serbestberdanê hate dayin.
Rûniştina dozê ya jina bi navê Ayşegul Erke ku bi awayekî serbest dihate darizandin, bi beşdariya Erke û malbata hevserê wê Alî Erke pêk hat.
Ekre da zanîn ku 18 sal in li rastî tundiya hevserê xwe tê û got ku gava ku wê daxwaza hevberdanê kiriye jî rastî tundiyê hatiye û lê xistiye.
Bi vî rengî dadgehê biryara “parastina rewa” ya ji bo Ayşegul Erke da.