Li gel banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê deriyên pêvajoyeke nû vekirin û di heman demê de jî rê li ber vekir ku fikrên Rêber Apo hem li Tirkiyeyê hem jî li seranserê cîhanê werin nîqaşkirin. Her wiha piştî bangê PKK’ê bi awayekî erênî bersiv da bangê û biryara bidawîkirina têkoşîna xwe ya çekdarî ya 50 salî da.
Li hemberî pêngavên Rêber Apo û PKK’ê dewleta Tirk hê jî pêngaveke şênber neavêtiye.
Akademîsyenê Hollandî Joost Jongerden ê ku pirtûkên wî ji bo gelek zimaman hatine wergerandin; bi xebatên xwe yên li ser Rojhilata Navîn, Kurdistan û PKK’ê tê naskirin, her wiha pirtûkên wî yên bi navê ‘’Nivîsên Têkildarî PKK’ê’’ û ‘’Ji Serhildanê Ber Bi Avabûnê Ve Tevgera Azadiya Kurdistanê’’ ji bo zimanê Tirkî hatine wergerandin, têkildarî pêvajoya nû ya di navbera PKK’ê û dewleta Tirk de ji ANF’ê re axivî.
Jongerden diyar kir ku Tevgera Azadiya Kurdistanê vê pêvajoyê weke destpêka pêvajoya têkoşîneke siyasî ya nû dibîne û da zanîn ku dewleta Tirk jî hê jî li ser polîtîkayên tunekirinê disekine.
‘BANGA OCALAN TÊKILDARÎ DESTPÊKÊN NÛ YE’
Jongerden di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Rêber Apo dibêje ku divê civakeke demokratîk were avakirin û têkildarî banga 27’ê Sibatê ev yek anîn ziman:
‘’PKK’ê piştî banga Ocalan biryarên fesixkirina partiyê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî dan. Divê bi taybetî jî zimanê Devlet Bahçelî yê lihevker jî were pîrozkirin. Lê belê du tiştên girîng hene divê ew werin gotin.
Ya yekem ew e ku banga Ocalan bes ne têkildarî bidawîkirina têkoşîna çekdarî bû. Di heman demê de da zanîn ku divê civakeke demokratîk were avakirin. Her çend weke şertên eşkere hatibin diyarkirin jî peyama wî bi awayekî eşkere du pêvajoyên parelel nîşan didan: Yek, bidawîkirina kiryarên çekdarî û xwefesixkirina PKK’ê bû, ya din jî ew bû ku li gel vekirina kanalên dewletê yên demokratîk rê li ber veguherîna aktorbûna siyasî ya tevgerê vekir. PKK’ê dema bersiv da banga Ocalan, diyar kir ku bêçekbûn û sepandina çareserbûnê girêdayî pêngavên dewleta Tirk ên têkildarî demokratîkbûyînê ne.
Ya duyemîn jî ew e ku banga Ocalan- weke ji aliyê PKK’ê ve hate dîtin- bes ne têkildarî wan bû. Di heman demê de têkildarî destpêkên nû bû ku siyaset diket li şûna çekan. Ev yek jîberê me dide meseleya rastîn: Avakirina qadên demokratîk yên rê li ber siyasetê vedikin.
Cewhera pirsgirêkê di nirxandinên cuda yên têkildarî rewşê de xwe nîşan dide. Ji bo dewletê çareserî weke bêçekdarbûnê xuya dike. Ji bo tevgera Kurd jî mesele siyaset, maf û naskirin e. Li gorî dewletê çareseriya pirsgirêkê tasfiyeya PKK’ê û bidawîbûna têkoşîna çekdarî ye. Lê belê ji bo Kurdan tê wateya destpêka pêvajoyeke siyasî ya berfireh.’’
‘DI BINGEHA PIRSGIRÊKAN DE POLÎTÎKAYÊN NETEWEDEWLET Û ASÎMÎLASYONÊ HENE’
Jongerden di dewama axaftina xwe de diyar kir ku di bingeha pirsgirêkê de netewedewlet û polîtîkayên wê yên asîmîlasyonê hene û destnîşan kir ku ferasetên neteweperest bi talûke ne û ev yek anîn ziman:
‘’Bingeha derketina pirsgirêka Kurd, hilweşîna Împaratoriya Osmaniyan û piştre avabûna Tirkiyeyê ya weke netewedewletekê ye. Ev yek weke derbasbûna modela netewedewleta navendî xwe nîşan dide ku gelekî kêm giramiyê dide nasnameya etnîkî û çandî ya Împaratoriya Osmaniyan û tê wateya bes naskirina nasnameyeke neteweyî.
Di bingehê pirsgirêkê de netewperestî û di giştî civaka netew-dewletan de zêdebûna polîtîkayên asîmîlasyonê heye. Xeteriya esil jî di netewperestiya vê êrîşkariya dewletên navendî de heye.”
‘ROJAVA WEKE QADEKE GIRSEYÎ YA BI POLÎTÎKAYÊN BEŞDARAN ŞÊWE GIRT, DERKET HOLÊ’
Jongerden diyar kir ku pêvajoya Rojava mînakek girîng e û anî ziman ku li wir Kurdan li dijî rejîma Esad, DAÎŞ û çêkerên din ên netewperest û Îslamî li ser bingehê xweparastinê hêzek ava kirine.
Jongerden wiha got: “Kurdên li Sûriyeyê di destpêkê de li dijî rejîma Esad û El Kaîde, piştre li dijî Dewleta Îslamê û piştre li dijî milîsên netewperest û Îslamî yên ku di bin ala Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê de fealiyet dimeşînin, mekanîzmayên xweparastinê pêş xistin.
Lê belê hêza bingehîn a tevgera Kurd li dijî netew-dewleta navendî modeleke siyasî pêş xist. Ev model; di terîmên mîna konfederalîzma demokratîk, xweseriya demokratîk û netewa demokratîk de tê bîranîn.
Taybetmendiya herî girîng a vê modelê xwe rêxistinkirina demokratîk teşwîq dike û dibe sedem ku mirov yekser beşdarî pêvajoya biryar dayînê bibin. Xwe dispêre feraseta ku tê wateya li cîhanê jiyan her tim bi yên din re -kesên din ên ji aliyê etnîk, çandî, neteweyî û zayendiya civakî de- jiyan kirine. Weke encam Rojava weke qadeke girseyî ya bi polîtîkayên beşdaran şêwe girt, derketiye holê.”
‘DIVÊ ASTENGIYA NAVBERA PEYWENDIYA OCALAN A BI PKK’Ê RE WERE RAKIRIN’
Joost Jongerden ragihand ku ji bo pêvajoyeke rast pêş bikeve, divê astengiya navbera peywendiya Rêber Apo ya bi PKK’ê re were rakirin, dewlet jî qebûl bike ku pirsgirêk tenê bi PKK’ê re sînordar nîne; rewşeke ji wê hîn wêdetir e û diyar kir ku têkildarî pêvajoyê du zehmetiyên esas hene û wiha pêde çû:
“Banga Ocalan ji bo şikandina tundiyê nûneriya hewldaneke bi wêrek dike. Lê belê du zehmetiyên esas ên ku divê bên nirxandin, hene. Ji vane ya yekê, têkildarî girêdan û çêkera danûstandinan e, ku vê yekê hewldanên berê jî asteng kirine. Di pêvajoya berê ya Osloyê de (2007-2011) dewleta Tirk a ku ji aliyê teşkîlata îstixbaratê ve hatî temsîlkirin, bi lîdertiya PKK’ê re ku Ocalan di plana paşde mabû, ketibû diyalogê. Li beramberî vê yekê di hevdîtinên Îmraliyê yên piştre de (2013-2015) Ocalan bû fîgurê navendî û lîdertiya PKK’ê roleke duyemîn girt ser xwe. Ji bo ku muzakereyek bigihije serketinê, divê astengiya navbera peywendiya Ocalan a bi lîdertiya PKK’ê re were rakirin û hevdîtin rasterast di navbera lîderên siyasî yên eleqeder re were kirin.
‘DEWLET DIVÊ QEBÛL BIKE KU PIRSGIRÊK JI PKK’Ê HÎN WÊDETIR E’
Zehmetiya duyemîn jî hîn esastir e; ji bo çareseriyeke siyasî pêk were, divê dewlet qebûl bike ku pirsgirêk ji PKK’ê hîn wêdetir e. Tişta divê were nirxandin, pirsgirêka Kurd a hîn berfireh e ku ji 1923’yan Komara Tirkiyeyê hatî avakirin û vir ve ev pirsgirêk heye.
Em berê du caran bûn şahidê têkçûna pêvajoyên aştiyê. Têkildarî binketina hevdîtinên Osloyê, Oslo Center ku alîkarî da destpêkirina pêvajoyê, piştre gihişt encameke welê ku hikûmeta Tirk hîn kêmtir girêdayî çareseriyeke hatî muzakerekirin e û li şûna vê berê xwe daye kombînasyoneke hêza leşkerî û teşwîqên ekonomîk -nêzîkatiya klasîk a ‘xelat û ceza’.
Sala 2015’an Mutabaqata Dolmabahçe hate îlankirin û bi komareke demokratîk re ji bo welatiyên cuda li ser esasê welatekî hevpar 10 hêman hatin diyarkirin. Ev pêngav bi daxuyaniyên Serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû re ku gotibû danûstandin gihiştine qonaxeke nû, bi erênî hate pêşwazkirin. Ocalan jî di Adara 2015’an de di Newrozê de daxuyanî da ev hest nû kir û bang li PKK’ê kir ku dawî li têkoşîna çekdarî bîne.
Lê belê dewletê xwe ji peymanê paşve kişand û pêvajoya aştiyê terikand, bi vê yekê re ev kêliya hêviyê cihê xwe car din ji tundiyê re hişt. Vê carê pir girîng e ku înîsiyatîfên hatine girtin bi pêvajoyeke rast û aştiya mayînde re bi encam bibe. Belkû jî ji bo vê yekê, pêdivî bi çavdêrvaniya aliyeke sêyem a xweser heye.”