Ji bo Gulîzar Kaytan li Essen bîranîneke girseyî

Ji bo Gulîzar Kaytan li Essen bîranîneke girseyî

Ji bo dayika Gulîzar Kaytan a ku ji sala 1996’ê ve li bajarê Elmanya Essenê dijiya merasîmeke girseyî ya bîranînê hate lidarxistin. Axaftvanan di merasîmê de bal kişandin ser têkoşîna Gulîzar Kaytan û gotin: “Bila serê gelê Kurdistanê sax be."

Şahida dîroka zindî ya Kurdistanê û Dêrsimê û dayika yek ji damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan Gulîzar Kaytan ku rastî îşkenceya dewleta Tirk hatibû û bi temenê xwe yê 85 salî li Konyayê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Essenê bi merasîmeke girseyî hate bîranîn. Merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan, bi beşdariya keça Kaytan Ferîde Kaytan, Seroka KONGRA-GEL Remzî Kartal, Serokê Partiya Jiyana Azad (PJAK) Hecî Ehmedî, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Ewropayê (KCD-E) Dilşa Osman, nunerên Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJKE), siyasetmedarê Kurd Ahmet Aktaş, nûnerên Federasyona Elewiyan a Ewropayê (FEDA), nûnerên Federasyona Komeleyên Êzîdiyan, nûnerên Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), xebatkarên Buroya Aştiyê ya CENÎ, rêveberên Enstîtuya Kurd û bi sedan kesî pêk hat.

Di merasîmê de sînevîzyona têkildarî jiyana Gulîzar Kaytan hatibû amadekirin, hate nîşandan û axaftvanan bal kişandin ser têkoşîna Kaytan.

KAYTAN: PARÇEYEK JI PKK’Ê BÛ

Di merasîmê de keça Gulîzar Kaytan Ferîde Kaytan axivî. Kaytan di axaftina xwe de behsa bîranînek dayika xwe kir:

“Dayika min di tevahiya jiyana xwe de êş kişand. Çîroka wê ya jiyanê ku bi Qirkirina Dêrsimê ya 1938’ê destpê kir, heta roja me ya îro berdewam kir û gelek berdêl da. Hate îşkencekirin, kete girtîgehan. Lê li gel vê jî, ji salên 1980’ê ve bû parçeyek ji berxwedana PKK’ê. Di têkoşîna bi rûmet de cihê xwe girt. Em 7 xwişk û bira ne, ji van 5 tevlî PKK’ê bûn. Vê yekê dayika min bi xwe kir. Dayika min xwedî nêrîneke wiha bû. Her kes dayika min nas dike. Hewce nake ez behsa wê bikim. Her tim xwedî berxwedaneke mezin bû.”

KARTAL: BILA SERÊ GELÊ KURD SAX BE

Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî diyar kir ku malbata Gulîzar Kaytan PKK ye û wiha got: “Bila serê hemû gelê Kurd sax be. Dayik afirênerên van nirxan in. Dayikên mîna Gulîzar Kaytan û Hatîce Altun di dîrokê de xwedî ciheke girîng in. Gelek berdêlên mezin dane û di têkoşînê de cihê xwe girtine. Heta dawiya temenê xwe neçar man ku li xerîbiyê bijîn. Nirxên ku van dayikên PKK’yî afirandin îro li Kobanê û Şengalê têdikoşin.”

SURUCU: BI TÊKOŞÎNA XWE “TUNCELΔ KIR DÊRSIM

Di bîranînê de Mehmet Surucu li ser navê PKK’ê axivî û bal kişand ser dîroka PKK’ê û diyar kir têkoşîna 36 salan dîroka ked û berdêlan e. Surucu di axaftina xwe de got: “Em ji bo bîranîna Gulîzar Kaytan ku sembola dayikên şoreşger e bejna xwe ditewînin. Van dayikan bi zarokên xwe re tevlî têkoşînê bûn. Têkoşîna ku Gulîzar Kaytan meşand navê Tuncelî kir Dêrsim. Xwedîderktina li van têkoşîna van dayikan deynê stûyê me ye.”

AYDIN: EM DEYNDARÊN WAN IN

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) Avesta Aydin axivî û bibîr xist ku 36’emîn salvegera damezrandina PKK’ê ye û got: “Îro PKK li her aliyê cîhanê belav bûye. Em vê yekê deyndarên dayikên mîna Gulîzar Kaytan, Hatîce Altun û Uveyş Ocalan in.”

EHMEDÎ: DAYIKA KURDISTANÊ BÛ

Serokê PJAK’ê Hecî Ehmedî diyar kir ku dayikên mîna Gulîzar Kaytan di têkoşîna azadiyê de xwedî cîheke girîng in û got: “Jinên mîna Gulîzar Kaytan di têkoşîna azadiya Kurdistanê de gelek keda wan hene. Gelek zarokên van jinan li van çiyayan in, li xerîbiyê ne û di girtîgehan de ne. Van dayikan berdêlên mezin dane, kedeke mezin a wan heye. Di têkoşînê de cîhekî girîng girtin. Dayikên mîna Gulîzar namirin, wê her tim di dîroka têkoşînê de bijîn. Ji ber ku ew dayikên Kurdistanê ne.”

SEROKÊ CÎK’Ê KURTAY: BILA SERÊ GELÊ ME SAX BE

Serokê CÎK’ê Mele Muhîttîn Kurtay jî diyar kir ku dayikên mîna Gulîzar di têkoşîna azadiya Kurdan de xwedî cihekî girîng in û got: “Ev dayik taca serê me ne. Di serî de bila serê malbata Kaytan û hemû gelê Kurdistanê sax be.”

DR. OZLER: BÛ XWEDIYA BERXWEDANEKE MEZIN

Li ser navê FEDA Dr. Yaşar Ozer axivî û wiha got: “Me nirxeke mezin ku di dîroka têkoşîna Kurdistanê de navê wê bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin winda kir. Divê em behsa têkoşîna Gulîzar Kaytan a di salên 1992-93 de bikin. Ji ber vê jî her çendî li rastî zext û îşkenceyan hat lê teslîm nebû û her tim di nava berxwedaneke mezin de bû. Vê jî bi têkoşîna xwe ya jiyanê piştrast kir.

PÎR: BERDÊLÊN MEZIN HENE

Xwarziyê yek ji damezrênerên PKK’ê Kemal Pîr Ziya Pîr jî diyar kir ku divê ew her tim dilsozê bîranînên dayikên mîna Gulîzar Kaytan û Hatîce Kaytan bimînin û got: “Di mezinbûna têkoşînê de berdêl û keda van dayikan gelek mezin e.”

ERKÎŞ: DI DÎROKÊ DE DÎROK NIVÎSAND

Li ser navê FKÊ Nedîm Erkîş axivî û diyar kir ku hîna birîna komkujiyên Kobanê û Şengalê xwîn jê tê, lê di nava van êşan de windakirina dayikên Gulîzar Kaytan û Hatîce Altun me gelekî xemgîn dike. Erkîş got: “Dayikên mîna Gulîzar di nava dîrokê de dîrok nivîsandin. Xema me mezintir kirin. Dayikên mîna Hatîce Altun, Gulîzar Kaytan û Uveyş Ocalan afirênerên vê ked û dîrokê ne. Di şexê wan de hemû dayikên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînim.”