Li gorî saziya çapemeniyê RTS a Swîsreyê ku bi zimanê Fransî weşanê dike, femînîst li Bielê li hev civiyan û li dijî newekheviya jin û mêr îradeya xwe ya têkoşînê nîşan dan.
Bi sedan jinên ku beriya greva 14'ê Hezîranê li hev civiyan, bi 17 xalan bangek kirin. Di nava van xalan de ji wekheviya heqdestên kar heta daxwaza rakirina baca li madeyên hîjyenê ya jinan, gelek daxwaz hene.
Greva jinan a neteweyî ya li Swîsreyê yekemcar 14'ê Hezîrana 1991'ê bi daxwaza wekheviyê pêk hatibû û zêdeyî nîv milyon jin tevlî bûbûn.
Beriya wê, 24'ê Cotmeha 1975'an li Îzlandayê jî greveke bi heman rengî hatibû kirin û 90 ji sedî yê jinan tevlî bûbûn. Jinan 24 saetan dest ji kar berda bûn.