Ji bo girtina leşkerên tecawizkar serlêdan
Ji bo girtina leşkerên tecawizkar serlêdan
Ji bo girtina leşkerên tecawizkar serlêdan
Der barê 4 çawîşên pispor ên ji ber sedema destavêtina zaroka bi navê E.A. hatibûn girtin û paşê hatibûn berdan parêzera E.A. ji bo careke din girtina wan kesan serî li Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê da.
Li Çewlikê piştî ji ber lêpirsîna doza E.A., di raya giştî de nerazîbûnan rû da parêzera E.A. Canan Çakabey daxuyaniyek da çapemeniyê. Çakabey da xuyakirin ku ji bo kesên gumandar bên girtin û biryara nepenîbûnê ya li ser dosyayê rabe serî li Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê dane. Û ji bo piştî bûyerê di raya giştî de rê li ber agahiyên tevlihev û nerast neyên vekirin daxuyanî daye. Çakabey têkildarî bûyerê wiha got, "Di 11’ê Gulana 2013’an de malbata mexdûreyê gilî kirine ku keça wan li mala çawîşekî pispor e. Hêzên ewlekariyê piştî îfadeya mexdûreyê û malbatê girtine ji aliyê dozgeriyê ve 8 gumanbarên ku navê wan derbas dibin têne binçavkirin. Dozgerî 4 kesên ji wan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê dike. Dadgeha Ceza ya Tirk biryara girtinê dide. Lê belê, paşê gumanbar serî li Dadgeha Huqûqê ya Esliyeyê ya nobedar didin û tenê tehliyekirin.”
Çakabey axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji ber bi qasî tê xwestin delîl nehatine komkirin, kesên gumanbar wezîfedar in û îhtîmala reva wa nîn e hatine berdan.”