Ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez li Oslo çalakî hate kirin
Di salvegera 7’an a Qetlîama Parîsê de li pêşiya Sefaretxaneya Fransî ya li paytexta Norveç Osloyê çalakiyeke ya protestoyî hate kirin.
Di salvegera 7’an a Qetlîama Parîsê de li pêşiya Sefaretxaneya Fransî ya li paytexta Norveç Osloyê çalakiyeke ya protestoyî hate kirin.
Li ser banga Meclîsa Jinan a Oslo bi tevlîbûna Kurdan û Norveçiyan Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şoylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn.
Kurdisaniyên ku li pêşiya sefaretxaneyê çelenga reş danî, dosyaya ku daxwaza edaletê dike radestî rayedaran kirin.
Çalakî bi dirûşmên ‘jin, jiyan, azadî’, ‘Edaletê dixwazin’ û ‘Terorîstan ceza bikin’ bi dawî bû.