'Ji bo Aysel Tûglûk em edaletê dixwazin'

Ji 'Hewldana 1000 Jinan a ji bo Aysel Tûglûk' Dîlek Gokçîn diyar kir ku ji bo Tûglûk ew rehmê naxwazin, lê hiqûqa mafên mirovan dixwazin.

Rapora Saziya Tipa Edlî ya têkildarî Aysel Tûglûk bûye cihê nerazîbûneke mezin.

Ji bo Tûglûk ku yek ji bi sedan girtiyên nexweş e, jin li hev kom bûn û di bin navê "100 Jin ji bo Aysel Tûglûk" kampanyayek dane destpêkirin. Jin dibêjin, "Ji bo Aysel Tûglûk û di şexsê wê de ji bo girtiyên nexweş hemûyan em daxwaza azadiyê dikin" û bi vê armancê kampanya îmzeyan dimeşînin û çalakiyên cihêreng li dar dixin.

Ji beşdarên kampanyayê Dîlek Gokçîn hem li ser kampanyayê hem jî daxwazên xwe ji ANF'ê re axivî.

'ZÊDEYÎ 100 JIN LI HEV KOM BÛN'

Dîlek Gokçîn bi bîr xist ku Tûglûk 26'ê Kanûna 2016'an hate girtin, piştre sala 2017'an dayika xwe Hatûn Tûglûk ji dest da û qala vê pêvajoyê kir, "Komeke barbar a ji mirovahiyê bêpar mayî êrişî cenazeyê Hatûn Tûglûk kir û ev yek li pêş çavên Aysel qewimî. Ev yek jî ji bo Aysel bû travmayek û kûr bû. Ya rast gelek kêm mirovan zanî bû ku tenduristiya Aysel xera bûye. Lê belê Aysel mîna gelek nexweşên li girtîgehan nedixwest bê bilêvkirin. Me parêzvanên mafên mirovan di nava xwe de nîqaş dikir ku karin çi bikin, lê ji ber ku Aysel nedixwest, em bêdeng man.

Di 30'ê Tebaxê de yekemcar li Nûpelê Muslum Yucel li ser rewşa Aysel nivîsî. Her wiha bi hevalên li nava tevgera jinê re em li ser vê mijarê axivîn û dîsa jî ji me re gotin 'bisekinin'. Li ser rapora ji Kocaeliyê hat, Saziya Tipa Edlî mîna ku her tim dike raporek xwe dispêre dewletê amade kir. Bi giranbûna rewşa tenduristiyê ya Aysel re me jinan biryar dan ku divê êdî li ber vê rewşê rabin. 2'ê Çileyê ji Tirkiyeyê û ji derveyî welat me bi 100 jinan re civînek çêkir û biryar dan ku ji bo azadiya Aysel û tedawiya wê li derve bê kirin kampanyayekê li dar bixin. Beriya her tiştî parêzera Aysel Tûglûk Reyhan Yalçindag Baydemîr li ser rewşê em agahdar kir. Piştre jî me bi gotina '1000 jin ji bo azadiya Aysel' me armancek danîn pêşiya xwe. Hîn di roja duyemîn de me zêdeyî 1000 îmze kom kir. Niha li 54 welatan bi hezaran jinan îmze dane."

Dîlek Gokçîn destnîşan kir ku ya ew ji bo Aysel Tûglûk dixwazin rehm nîne û got, "Dema ku em dibêjin 'Azadî ji Aysel Tûglûk re' em daxwaza rehm an jî qenciyekê nakin. Berevajî em daxwaza hiqûqa mafên mirovan dikin. Ji ber ku berdana girtiyên nexweş di mewzûatên neteweyî û navneteweyî de mafeke."