Jina Kurd a nexweşiya astimê ya 51 pêre heye, ji ber ku nekarî pereyê avê bide, ava wê hat qutkirin û ava xwe ji borûyê dikişand, bi hinceta “av diziye” 2 sal cezayê girtîgehê û 14 hezar lîre pere ceza lê hat birîn. Sabriye Oguz a ji Mêrdînê dibêje ku ger ew biçe girtîgehê, dê li wir bimire.
Dara Tirk li Mêrsînê bi taybet ji ber nêzîkatî û zilma xwe ya li hemberî zarokên Kurd her tim di rojevê de ye. Vê carê jî cezayê girtîgehê da dayîka Kurd a 51 salî ya nexweş.
Peywirdarên MEKSÎ’yê li taxa Şevketsumer a Akdenîza Mêrsînê digeriyan, ji ber ku Sabriye Oguz a ji navçeya Mehserta Mêrdînê, ji ber ku nekarî pereyê avê bide, ava xaniya wê hat birrîn. Piştî hevteyekê bi hinceta Oguz avê ji boriyê girtiye, giliyê wê kirin.
Bi hinceta Oguz av qaçax bi kar aniye, MESKI’yê giliyê Oguzê kir û Dozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi daxwaza 5 sal cezayê girtîgehê, ew şand 9. Dadgeha Ceza ya Esliyeyê.
Oguz li dadgehê îfade da û got; “Rewşa me ya aborî ne baş e, hevserê min nexweş e, nikare tu karek bike û pere tune, ji ber wê jî me nekarî em pereyê avê bidin. Ji ber wê jî ava me ji aliyê MESKî ve hat birîn. Em 6 rojan bê av man. Ji ber ku hevserê min nexweş bû, ez neçar mam roja 7 avê ji boriyê bînim.”
Dîwana dadgehê bi hinceta Oguz ava qaçax bi kar aniye, 2 sal cezayê girtîgehê û 14 hezar lîre pere ceza lê birî.
Oguz diyar kir ku cezayê li wê hatiye birîn wan pir xemgîn kiriye û got; “Wesayît li mêrê min xist û demek dirêj di nexweşxaneyê d ema. Nexweşiya min a astim heye û nikarim bixebitim. Kurê min ê biçûk berdestiya hostayan dike. Kurê min ê mezin jî hemû bar li ser pişta wî ye û di baxçeyan de dixebite. Em nikarin vê deynî bidin. Em nikarin xwe xwedî bikin. Şerşû, tuwalet, êdî nayên biaranîn, em nikarin çêbikin. Cezayê pere yê li me hat birîn, xwestin em mehê 300 TL bidin. Ev yek ne bes bû, îcar jî cezayê girtîgehê li me dibirin.”