Ji bo Aksoya nahêlin bê dermankirin dozek din

Ji bo Aksoya nahêlin bê dermankirin dozek din

Bi hinceta Hediye Aksoya girtî ya bi nexweşiya pençeşêrê ketiye û çavên wê nabîne, heqaret li du leşkeran kiriye dozek din lê hat vekirin. Aksoy bi demjimêran di wesayîta rîngê de dimîne û piştre li hemberî vê rewşê îtîraz dike, ji ber wê jî dikeve ber dozan. Aksoyê dê di 30’ê gulanê de derbikev pêşberê dadger. Di roja rûniştinê de jî rêxistinên jin dê Aksoyê bi tenê nehêlin.

Yek ji girtiyên nexweş ên bi şert û mercên girtîgehên Tirkiyeyê re rû bi rû ye. Aksoya ku çavên wê nabîne, di heman demê de nexweşa pençeşêrê ye jî. Veguhestina Aksoyê ji bo nexweşxaneyê jî veguherî îşkenceyê. Gava Aksoyê dibin nexweşxaneyê, bi demjimêran destên wê kelemçekirî, di wesayîta rîngê de tê hiştin. Gelek caran jî bê ku were dermankirin vedigerînin girtîgehê.

Yek ji van veguhestinên Aksoyê bo nexweşxaneyê, di 12’ê adara 2011 de pêk hat. Ji bo were dermankirin, Aksoyê li şûna bi wesayîta rîngê dibin Nexweşxaneya Samatyayê, dibin Edliyeya Fatîhê. Bi hinceta wezîfeya dewriyeyê ya leşkerên di wesayîtê de heye, Aksoy bi demjimêran bi destên kelemçekirî ve di wesayîtê de dimîne. Aksoy nerazîbûn nîşanî vê yekê da û diyar kir ku tu mafê leşkeran tune ye, wê ewqas di wesayîtê de bihêlin.

Lê dîsa jî nehiştin Hediye Aksoy were dermankirin. Her wiha, leşkeran li Fermandariya Cendirmeyan a Girtîgehê ya Fermandariya Giştî giliyê Aksoyê kirin. Ji ber wê jî, fermandariyê, bi hinceta “heqaret” li leşkerên Tirk ên bi navê Oral Bulut û Haydar Karakaş kiriye, doz li Aksoyê vekir.

Di îdîanameyê de hat îdîakirin ku Aksoy ji leşkeran re gotiye; “Tu mafê we tune ye hûn min ewqas rawestînin. Hûn sucê mirovahiyê dikin. Ev yek bêşerefî ye. Hûn bê şeref in. Em ê piştre we bibînin.”

RÛNIŞTIN DI 30’Ê GULANÊ DE YE

Aksoy dê di 30’ê gulanê de bi “sucê li dijî şerefê” ya bi madeya 125’emîn, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Sûlh a Amedê bê darizandin. Rêxistinên jinan jî dê wê rojê beşdarî rûniştinê bibin û nahêlin Aksoy bi tenê bimîne.

11 SAL IN GIRTÎ YE

18 sal cezayê girtîgehê li Aksoyê hatiye birîn û di sala 1994 de hatibû girtin. Di sala 2000’ê de ji ber nexweşiya wê, cezayê wê hat taloqkirin û di sala 2007 de jî dîsa ji mala xwe hat girtin û ket girtîgehê. Her çendî Aksoy bi nexweşiya pençeşêrê ketiye û çavên wê nabîne, hemû daxwazên ji bo serbestberdana wê ji aliyê hikûmeta Tirk ve tê redkirin.