Ji Belediyespora Amedê ji bo jinan spor

Ji Belediyespora Amedê ji bo jinan spor

Bi slogana ‘Ji bo jiyanek bi tendurist ber bi sporê’ li Parkormani û Koşuyolu ji bo jinana spora serê dest pê kir.

Bi pêşengiya Koordînatoriya Sporê ya girêdayê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî û Diyarbakir Buyukşehîr Belediyesporê ya Amedê de, bi alîkariya hîndekarên pispor ji bo jinan serê sibê dersa sporê tê dayîn.

Di saetên serê sibê de piştî meş û bezê bi alîkariya hîndekarên pispor yên girêdayê Diyarbakir Buyukşehir Belediyesporê egzersiz tên kirin. hefteyê de 6 rojan ders tê dayîn. Spora kul i parqê tê dayîn hemû jin bê pere tevli dibe.

Mamosteya sporê Zozan Erek got spora serê sibê gelek bi fêdeye û got bi sporê bedena mirovan dikeve formê û beden bi hêz dibe. Erek wiha got: “Spora serê sibê di warê fîzyolojîk de pergala bedenbi rêk û pêk dike. Rîtma dil rast dike. Her wiha bo xwarineke bi hevseng jî dibe alîkar.beden rehet dibe.”

GIRÎNGIYA SPORÊ SERÊ SIBÊ

Mamoste Hasret Sari jî wiha got: “Ev spor ji bo jinê qadê jî çêdike. Bixwebawerbûnê çêdike. Jin bi saya sporÊ derdikevin derve û hevû din nas dikin .pirsgirêka herî girîng biyanîbûne. Bi vê yekê jî ev ji holê radibe. Ji berku jin eleqey3e dibîne gelek ji vê sporê hezdikin û naxwazin dest jê berdin. Samiyet û germahî zêde dibe. Ev jî hêza veşartî ya sporê ye.”