Ji banga YPJ'ê re li Toscana bersiv hat

Di aktîvîteyên bi wesîleya 8’ê Adarê li Pontedera û Pîsa hatin lidarxistin, ji banga YPJ’ê ya 8’ê Adarê derkevin qadan bersiv hat.

Di aktîvîteyên bi wesîleya 8’ê Adarê li Pontedera û Pîsa hatin lidarxistin, ji banga YPJ’ê ya 8’ê Adarê derkevin qadan bersiv hat. Di pîrozbahiyên her du navendan, jinên Îtalî û rêxistinên jinan beşdar bûn û peyama piştevaniya bi berxwedana YPJ’ê re hat dayîn.

JI PÎROZBAHIYA LI PÎSA RE ŞAREDARIYÊ MALOVANÎ KIR

Ji pîrozbahiya pêr a li Pîsa re Şaredariyê malovanî kir. pîrozbahiya bi organîzasyona hevpar a Projeya Rebeldîa Projesi, Un Ponte Per... û Navenda Çandê ya Kurd a Toscana hat lidarxistin, pîrozbahî bi axaftina Martina Pignatti Morano, seroka komaleya sosyalîst a bi navê Un Ponte Per.... ve destpê kir. Morano di axaftina xwe de bal kişand ser banga YPJ’ê û got ku pêwîst e rêxistinên jinan ên navneteweyî bi çalakî û piştevaniya xwe bersivê bidin vê bangê. Di pîrozbahiyê Hevseroka KCD-E Dilşa Osman jî axivî.

Osman berxwedana jinên Kurd a li Kobanê bi gotina 'ew ji bo nirxên mirovatiyê yên tê xwestin bên tinekirin şer dikin’ anî ziman. Paşê nûnerên Mezzaluna Rossa Kurdistan İtalia Onlus, Şevda Sunmez û Barbara Mancînî axivîn. Sunmez diyar kir ku bi saziyeke alîkariyê ya nû avakirin wê ji Kobanê projeyan pêş dixin. Sunmez têkildarî kar û xebatên xwe yên heta niha agahî da. Alîkara Serokê MLRKÎ Mancînî jî di destpêka axaftina xwe de roja jinan pîroz kir û ji bo jinûve avakirina Kobanê banga alîkariyê kir. Di pîrozbahiyê de Ji Zanîngeha Pîsa Martîna Bîanchînî jî axaftinek kir. Bîanchînî diyar kir ku jin li her qada jiyana rojane de rastî her cure şîdetê tên. Pîrozbahî bi xwarina piştevaniyê û govendê bi dawî bû.

BANGA PARASTINA CEWHERÎ YA YPJ'Ê JI JINÊN ÎTALYAN RE HAT XWENDIN

Aktîvîteya li Pontedara jî bi organîzasyona hevpar a şaredarî û saziyên çandê ve hat lidarxistin. Di organîzasyonê de endamên komeleya bi navê Jinên li hember Şîdetê (Donne Contra Violenza) jî  cih girt. Di aktîvîteya bi sernava ‘Li Qada Şer Jinên Îsyankar’ de, Seroka Komeleya Eunice, Maria Anna Abbondanza banga YPJ’ê ya ji bo hemû jinan parastina cewherî dubare kir. Li ser navê tevgera Kurd nûnera MLRKÎ Şevda Sunmez jî pergala tevgera jinan a Kurd û dîroka wê vegot. Kesên beşdarî aktîvîteyê bûn derfeta ku li pêşangeha resman a Maria Licen a Slovak jî bigerin dîtin.