Ji azadî û perwerdehiyê bê par hiştin

Ji azadî û perwerdehiyê bê par hiştin

Li Tirkiyeyê 600 xwendekar girtî ne. Yek ji wan jî Emîne Akman e. Di dema hat binçavkirin de li rastî îşkenceyê hat. Piştre jî hat girtin. Li aliyekê azadiya wê jê hat wergirtin, li aliyê din jî bi hinceta "xeletiya sîstemê" nekariye xwe tomar bike, ji mafê xwe yê perwerdeyê jî bê par ma.

Meclîsa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gel (HDK) di 9’ê hezîranê de li Kadikoya Stenbolê ji bo xwendekarên girtî mitîngek li dar bixe. Yek ji wan 600 xwendekarên girtî Emîne Akman e.

Dîroka “jiyana nû” ya Emîneyê di 14’ê tebaxa 2011 de bi binçavkirinê dest pê dike, bi îşkenceyê re rû bi rû dimîne û ji mafê xwe yê perwerdehiyê bêpar tê hiştin.

Emîneya xwendekara pola 3’emîn a Beşa Rojnamevanî ya Zanîngeha Marmarayê di 14’ê tebaxê de li Mustafa Kemal gava diçû mala hevalên xwe tê binçavkirin.

Emîne di nameya ji Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) re şand de wiha behsa tiştên hatine serê wê dike: “Ez li kolanê dimeşiyan, di carekê de wesayîta zirxî hat û li min xist. Ez di navbera wesayît û dîwarê xaniyekê de mam. Min nezanî çi qewimî, di carekê de gelek kes êrîşê minkirin. Hinekan dest dan qirika min, hinekan pore min girtin, hinekan jî lingên min kişandin. Yên din jî her tim li min dixistin. Ez ji wir hatim derxistin, li ser min lêgerîn pêk anîn. Ez di dema lêgerînê de jî li rastî tacîzê hatim. Piştre min avêtin hundirê wesayîta zirxî û birin.”

MIN RÛS Û TAZÎ KIRIN

Di wesayîtê de jî polîsên rûyê wan bi maske bûn, îşkence li Emîne Akman dikin, piştre birin Midûriyeta Emniyeta navçeya Ataşehîrê. Ji ber tirsa îşkenceya li wê hatibû kirin, dema ji bo kontrolê birin nexweşxaneyê, Emîneyê tenê karî destê xwe nîşanî bijîşk bide. Lê ji ber îşkenceyê nedikarî xwe li ser lingan bigire.

'BI TECAWIZÊ GEF LÊ XWARIN'

Piştre jî Emîneyê birin Şaxê Tekoşîna li dijî Terorê ya Midûriyeta Emniyeta Stenbolê û di bin navê “sohbetê” de jî xistin ber lêpirsînan û jêre gotin “tu dê 50-60 salan cezayê girtîgehê bigirî” û gef lê xwarin. Emnîne wiha behsa kêliya lêpirsînê dike; “Piştre min birin odeya lêpirsênê, kulm li min xistin, pora min kişandin, bi tecawizê gef li min xwarin, li rûyê min xistin. Her tim digotin ‘biaxive’ lê min nedizanî behsa çi dikin.”

Piştre jî xwendekara zanîngehê vediguhêzin Edliyeya Stenbolê û bi qasî 10 deqeyan tê dadgehkirin, piştre jî berê wê didin girtîgehê.

Emîne di Girtîgeha Jinan a Bakirkoy a Stenbolê de tê ragirtin. Piştî 8 mehan carekê hat darizandin. Akman a ku bi hinceta beşdarî xwepêşandanek bûye, serbest nehat berdan.

Yek ‘delîl’an wêneyek Akmanê yê di xwepêşandanê de hatiye kişandin. Rûyê kesa ku tê îdîakirina Akman e naxuyê. ‘Delîla’ din jî îfadeya polîsên îşkence li Emîneyê kirine. Dê di 25 tîrmehê de carek din were pêşberê dadger.

NEKARÎ DERSAN HILBIJÊRE

Emîne pereyê xwe razand û bi alîkariya hevalên xwe ders hilijart û di xula duwemîn de jî nekarî dersan hilbijêre. Hincet jî ji rêveberiya zanîngehê hat; Xeletiya sîstemê’. Divibûya Emîneyê 7 dersan bihilbijarta.

Dayîk Halîse Akman, bi bîr xist ku wan 520 lîre pereyê wê razandine û got; “Gelo xeletiya sîstemê hat û tenê li rastî keça min hat?”.