Ji 3 nifşan 17 jin di ‘Dengê Xwezayê’ de hatin cem hev
Ji 3 nifşan 17 jin di ‘Dengê Xwezayê’ de hatin cem hev
Ji 3 nifşan 17 jin di ‘Dengê Xwezayê’ de hatin cem hev
Çend deh sal in li her cihê di nav Kurdan de hema di her dîmenî de cihê jinê heye; yan di çepera şer, an di kursiyê siyasetê yan jî di serhildan û meş û dika çandê de… Jina Kurd bi dil û çalakiya xwe hem xwe hem jî xwezaya civakîbûna xwe ji nû ve keşf dike.
Hunermend Sosin jî ku dibêje, "Em hewl didin bi muzîka xwe hesta jinê bi xwezayê re bînin gel hev” herhal dixwaze vê vebêje. Di Koma muzîkê ‘Dengê Xwezayê’ ya li dîsporayê û Sosîn pêşengiya wê dike ji 10 salî heta 50 salî ji 3 nifşan 17 jinên Kurd cih didigirin. Kom bi taybetî bi denga erbaneyê hewl dide ahenga tevayî zindîbûna xwezayê pêşkeş bike, guhdar ber bi xweza û xwezayîtiyê ve dibe.
Sosin hem xwedî fikra avakirina komê û fêrkara wê ye. Sosin waneyên rîtm, erbane, nota û teknîka deng dide endamên komê. Me jî xwest em vê hewldana bi wate ya jinan a bi navê ‘Dengê Xwezayê’ hatine gel hev ji Sosin bipirsin.
Sosin, tu dikarî hinekî ‘Dengê Xwezayê’ bidî naskirin?
Di rastiyê de min dixwest ez komeke ji 50 kesan ava bikim. Koma Dengê Xwezayê ya ji 17 kesan di encama fikra min de pêk hat. Hevalên berî niha bi du salan ez bi wan re ji bo komê axivîm, erênî nêz bûn û bi xwesteke mezin tevlî xebatan bûn.
Di komê de ji 10 salî heta 50 salî hevalên din cih digirin. Ango ji 3 nifşan mirov hene. Ev tablo bi xwe jî moral û coşekê dide.
Gelek kesên ku dixwazin tevlî komê bibin hene.
Di koma me de jinên ji Dêrsim, Meletî, Mereş, Amed, Riha, Colemêrg, Semsûr û Rojava hene. Navê wan; Jînda, Sevîm, Sevîmeke din, Ayda, Yildiz, Çîgdem, Naîle, Hacîre, Bêrîvan, Sînem, Nursel, Berfîn, Tulay, Silava, Selda û Sosin. Ji van hevalan Jînda keça Ayda ye. Yanî dayik û keç bi hev re distirên û amurên muzîkê bi kar tînin.
Çima ‘Dengê Xwezayê?’
Em muzîka xwezayê û xwezayî esas digirin. Dengê erbaneyê dengê xwezayê ye. Rîtm jî hem di xwezaya mirov û hem jî di xwezaya giştî de heye. Em bihevrebûna xwezayê û muzîka pêre di nav ahengê de wek muzîka xwezayî dibînin. Çanda Kurd jî ji ber di nav xwezayê de şekil girtiye, me ev nav hilbijart. Me hesta jinê bi xwezayê re kir yek.
Xebata komî çawa dimeşe?
Destpêkê hemû bi muzîkê re eleqeder nedibûn. Beriya bi salan min perwerdeya muzîkê dabû hinekan. Beşek jî nû dersan digire. Yanî jinên ku bi ruhê amator bi muzîkê re mijûl dibin. Tu tecrubeyeke wan a sahneyê jî tune. Lê wek rêbaz ji ber ku me perwerdeya muzîka noteyê da, ew jî ketin nava nêzîkatiyeke zanîstî.
Di dersan de di serî de erbane, ez taybetiya hemû enstrumanan vedibêjim. Ez der barê çavkanî û paşeroja dîrokî, herêma erdnîgarî ya tê bikaranîn vedibêjim. Zimanê muzîkê nota ye. Divê muzîk bi notayê bên hînkirin. Hevalên jin ên di komê de di demeke nêz de ketin nava terza perwerdeyê. Ew jî fêrbûna bi notayê girîng dibînin.
Ez heftane perwerdeyê didim komê; em rojê carekê provayê dikin. Ji bo bernameyên ku em tevlî dibin xebatên me yên provayê tên meşandin. Di bernameyên me de bi qasî pêşandanên solo, em hinek berhemên xwe yên wek koro jî distirên.
Çima rîtm, çima bi taybet erbane? Gelo erbana muzîka yek terzî nafirîne?
Na, erbane muzîka me bi yek terzî nake; jixwe em jî bi yek terzî muzîkê esas nagirin. Rîtm ji ber ku binesaziya her muzîkê bi hêz dike, dikare li ser cureyê muzîkê bê şîrovekirin. Em wek kom di terzên cuda de berheman digirin û lê didin. Mînak; stranên dengbêjan yên klasîk, folklorîk, klamên otantîk û berhemên modern digrin û li ser dixebitin. Di nava berhemên ku em distirên de jî uşak, hîcaz, nîhavent, kurdî û terza saba heye. Enstrumana me ya sereke jî erbane ye. Di heman demê de ev enstruman aîdî çanda Zerdûştî ye. Bi taybet jî erbane û ney jî hevsengiyeke gelek xweş ava dike.
Tişta ku we motîveyî vê xebatê dike çi ye gelo?
Armanca me ev e ku hem jinên Kurd ên Ewropayê bi muzîk û çandê re eleqedar bibe û her wiha çanda Kurd bi Ewropayiyan bide nasîn. Niha me heta cihekî eleqeyek dîtiye. Ne tenê Kurd; belkî jî ji ber ku ji jinan pêk tê, koma me ji aliyê Elmanan ve eleqeyek mezin dibîne. Heta îro me di gelek organîzasyonên Elmanan de cih girt. Piştî her bernameyê em dawetî yên nû dikirin. Niha gelek bernameyên ku em hatine dawetkirin hene.
Heta niha we çi pirsgirêk dîtin, niha çi pirsgirêk hene?
Yên di komê de gelekî bi daxwazin. Ev daxwaz xebata me motîve dike. Destpêkê pirsgirêka jixwebawerbûnê hebû. Endamên komê bi fikar bûn. Hela dema ku bernameyek hebûya, kelecana hemûyan zêde dibû û digotin; "Gelo em ê karibin bikin. Tevî ku hinek kesên ji derveyî komê hewes dişkandin jî hewesa wan neşikest. Her ku tecrube qezenc kirin, bixwebaweriya wan zêde bû. Niha pirsgirêke wisa tune ne. Niha endamên komê rastî eleqeyek mezin tên.
Niha tenê pirsgirêkek me heye; ew jî cihê me ye. Carina saetên me yên provayê dikevin heman demê. Her kes di heman demê de nikare amade be.
Hûn tenê berhemên anonîm yên Kurdî vedibêjin; an jî berhemên wan jî hene?
Berhemên me hemû ne anonîm in. Her wiha em tenê li ser berhemên Kurdî naxebitin. Xebatên aîdî me hene. Bêguman em berhemên anonîm jî distirên. Heta em bi Elmanî û Îngîlîzî jî distirên. Bi zaravayê Kurdî yên wekê Kirmanckî, Zazakî û Soranî jî stranan dibêjin.
Di plansaziya ‘Dengê Xwezayê’ ya der barê pêşerojê de çi heye?
Destpêkê ez dixwazim vê vebêjim; Di 13’ê Îlonê de li Dusseldofê em ê tevlî Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî bibin. Berhemên me yên surprîz hene. Bi vê wesîleyê ez bang li hemû Kurdên Ewropa dikim ku tevlî mîhrîcanê bibin. Li gel vê amadekariya me ya klîbê heye. piştî em temam bû em ê albumekê amade bikin. Me niha dest bi vê xebatê kiriye.
Hedefa min jî ev e ku di pêşerojê de bi erbaneyê komên cuda yên muzîkê yên jinan perwerde bikim. Ji ber ku jin erbaneyê meraq dikin. Erbane li jinan tê. Em wek ekîba Dengê Xwezayê hemû stranên xwe diyariyên Şoreşa Rojava, gelê Şengal û Mexmûrê dikin.