Jelpke: Jinên Kurd li Rojhilata Navîn pêşengiyê dikin

Jelpke: Jinên Kurd li Rojhilata Navîn pêşengiyê dikin

Parlamentera Partiya Çep Ulla Jelpke ya di semînera bi mijara, “Li Rojava Şoreşa Jinê” ya li Essen a Elmanya de axivî got ku Rojava li ser esasê têkoşîna jinên Kurd şekil digire.

Li bajarê Essen ê Elmanya ji aliyê Jinên Sosyalîst (Lîsa) û Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) semînerek bi navê, “Li Rojava Şoreşa Jinê” hat organîzekirin. Di semînerê de Parlamentera Partiya Çep a Federal Ulla Jelpke, ji rêveberên CENÎ Ayten Kaplan, Hevseroka Partiya Çep a Eyaleta NRW Ozlem Alev Demîrel, beşdar bûn. Ulla Jelpke a destpêkê axivî got ku jinên Kurd li Rojava di nav pêşveçûneke cidî de ne û got, “Ev 35 sal in ez diçim Kurdistanê, Kurd di tevahiya dîrokê de rastî komkujî û zextan tên. Lê belê di roja me de li Rojhilata Navîn jinên Kurd pêşengiya pergalekê dikin. Îro jinên YPJ’î bûne sembola cîhanê.”

Ozlem Alev Demîrel jî got, “Têkoşîna jinên Kurd a li Rojava di heman demê de têkoşîneke jinê ye. Divê jinên li cîhanê van mînak bigirin.”

Ayten Kaplan jî  diyar kir ku di roja me de jinên Kurd ax û azadiya xwe diparêzin û têkoşîna wê dikin.”