ÎŞTAR: Armanca operasyonê astengkirina xebatên jinane

ÎŞTAR: Armanca operasyonê astengkirina xebatên jinane

Aktivîsta Piştevaniya Navenda Jinan ya Îştarê û Wekîla Şaredarê Akdenîzê Gurbet Kapancilar diyar kir ku, armanca operasyona li dijî nûnerên saziyan astengkirina xebatane. Kapancilar da zanin ku, di serdema hikûmeta AKP'ê de tundiya li hemberî jinan ji sedî 400 zêde bûye û wiha got: "Bi van operasyonan dixwazin xebatên BDP'ê yên aştiyê asteng bikin. Dîsa ji ber ku Îştar pirsgirêkên jinan çareser dike û projeyan pêş dixe bi van operasyonan astengiyan derdixin."

Li 6 bajarên ku navenda wê Mêrsîn bû û di nav de nûnerên ÎŞTAR'ê, nûçegihanê ajansa DÎHA'yê Ferhat Arslan, Hevserokên BDP'a Mêrînê Aynur Aşan û Musa Kulu, Serokê ÎHD'a Mêrsînê Alî Tanriverdî jî di nav de 42 kes hatin binçavkirin. 42 kesên hatin binçavkirin hêj li Midûriyeta Polîsan tên rawestandin. Endam û rêveberên ku endam û rêveberên saziyên wan hatin binçavkirin li ber Şaredariya Akdenîzê daxuyanî dan çapemeniyê.

Li ser navê komê Wekila Şaredar Gurbet Kapancilar daxuyanî xwend. Kapancilar anî ziman ku, hikûmeta AKP'ê li hemberî gelê Kurd û BDP'ê operasyona siyasî û komkujiyê daye destpêkirin û wiha got: "Nêzî 10 hezar siyasetmedarên Kurd girtî ne. Zêdeyî 30 polîsan bi ser navenda ÎŞTAR'ê de girt. Polîsan di lêgerînê de bi demjîmêran lêgerîn pêk anî û gelek alav û amûrê wê desteser kirin. Polîsan kesên xwestin biçin avahiyê jî ji avahiyê dûr xist û neheqî li wan kir. Polisan belge û dosyayên ku serî li komeleya wan daye û alîkariya hiqûqî û civakî xwestine jî tev desteser kirine."

'DIXWAZIN XIZMETA JINAN ASTENG BIKIN'

Kapancilar da zanîn ku, Îştar bêyî cudahiyê têxe nava ziman, çand, bawerî û nijadî bi heman feraset û wekheviyê nêzî her kesî dibe û hewl dide xizmetê bide hemû kesan û wiha berdewam kir: "Bi taybetî di serdema hikûmeta AKP'ê de tundiya li hemberî jinê hezar û 400 zêde bûye. AKP bi van operasyonan dixwaze xizmeta jinê ya li hemberî civakê asteng bike.