Îsyana mor a jinên femînîst
Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê di pêşengiya Kolektîfa Fîmînîst a Stenbolê de bi hezaran jinên li Taksîmê hatin gel hevdu li hember şideta zilam-dewletê gotin, îsyana mor.
Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê di pêşengiya Kolektîfa Fîmînîst a Stenbolê de bi hezaran jinên li Taksîmê hatin gel hevdu li hember şideta zilam-dewletê gotin, îsyana mor.
Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê di pêşengiya Kolektîfa Femînîst a Stenbolê de bi hezaran jinên li Taksîmê hatin gel hevdu li hember şideta zilam-dewletê gotin, îsyana mor. Jinên ji Konsolosxaneya Fransa ber bi Tunelê ve meşiyan, bi yek dengî bang li AKP’ê û Tayyîp Erdogan kirin û gotin, “Destê xwe ji jiyana me bikişîne.”
Bi banga Kolektîf Femînîst a Stenbolê bi hezaran jinan meşa 13 Şevên Femînîst pêk anîn. Jinan şideta zilam û dewletê yên her roj 3 jinan qetil dikin şermezar kirin. Jinan Cadeya îstîklal bi rengê mor boyax kirin û li hember polîtîkaya AKP’ê ya dijminê jinê gotin, “Destê xwe ji jiyana me bikişîne.”
Di meşa ku rêxistinên LGBTÎ jî destek dan, pankartên, “Em xwedî li jiyana xwe derdikevin hatin vekirin” û bi dirûşman meşiyan.
Li Tunel daxuyaniya li ser navê Kolektîfa Femînîst a bi Tirkî ji aliyê Begum Acar a bi Kurdî ji aliyê Ferîde Eralp ve hat xwendin. Acar û Eralp diyar kirin ku li Tirkiyeya ku cinayetên jinan gihiştine asta komkujiyê dîsa saleke bi zehmet derbas bûye û gotin, “Bi gotinên, hûn ne wekhev in, li hember fitratê ye, tîqetîqan nekin, qet kurtaj nebin kuştin. Serweriya zilam a xwedî kirin Ozgecan ji nav me bir. Her roj jiyana tevayî jinan tehdît dike.”
Çalakiya girseyî bi dirûşmên, “Jin jiyan azadî” û strana, “Keça Kurdan” bi govendê dawî bû.