‘Îro dîrokek nû tê nivîsandin’
‘Îro dîrokek nû tê nivîsandin’
‘Îro dîrokek nû tê nivîsandin’
Di 1’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn de nameya girtiyên jin ên Tirkiyeyê hat xwendin. Jinan destnîşan kir ku îro dîrokek tê nivîsandin. Konferansa ku dê 3 rojan bidome jinan li ser rewşa welatên xwe radiwestin.
Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn rûniştina xwe ya dûyem bi nîqaşan didomînin. Jinan di axaftinên xwe de bal kişand ser tecrûbeyên welatên xwe. Jinan di axaftinên xwe de bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna hevpar a Rojhilata Navîn.
‘ŞOREŞEKE SPÎ PÊK TÊ’
Di konferansê de akedemîsyenê Misirê Rabbab El-Mahdî jî anî ziman ku ew şoreşek spî pêk tînin û wiha axivî: “Em dixwazin jin azad bin û di nava tevgerên netewî de cih bigirin. Di vê derê de du alî heye. Divê em wekî jin rolên xwe baş bizanibin. Em bi têkoşîna qanûnî jî didin. Jinên ereb ne tenê di mijara Filistîn û ji bo azadiya jinê tevli tevgerê jinan nabin, di nava siyasetê de jî cihê xwe digirin. Mijara Filistîn ne tenê ya filistîniyane. Em behsa dagirkeriyê dikin. Ji ber wê jî ev jinê jî diçewisîne. Ji ber wê jî divê van herdû mijaran ji hev neyên cûdakirin. Jin jî perçeyekî civakê ye ji ber wê jî herkes di bin dagirkeriyê de ye. Em hem jinin û hem jî azadîxwazin.”
‘TÊKILÎ BI TEVGERÊ JIN RE DAYIN GIRÎNG E’
Endama Kolektîf Femînîst û Sosyalîst (SFK) Fîlîz Karakuş derbarê tevgera femînîst de nirxandinê xwe anî ziman û anî ziman ku tevgera femînîst tevgerek polîtîke û da zanîn ku, ji ber wê jî bi tevgerê din re têkilî dayin pir girînge û bi taybetî jî bi tevgera jinên navneteweyî re têkilî dayin pir girînge.
PEYAMA JINÊN GIRTÎ
Di konferansê de peyama jinên girtî jî hat xwendin. Jinên girtî dan zanîn ku, îro rojek dîrokiye û wiha hat gotin: “Kesên ku bûne şopdarê dîrokê îro li konferansê ne. Ên ku li hemberî metîngeriyê û xizaniyê têdikoşin li Amedê ne. Ji dîrokê heta niha jinên ku heta hatine vê rojê nûnertiya vîna jinê dikin. Jin bi ruhê Neval El Saddavî, Sakîne Cansiz û Leyla Xalidan li hev kom bûne. Êd tu netewên jin bêdeng namînin. Wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje; dê ev sedsal bibe sedsala jinan.”
‘ŞER NE ŞERÊ AZADIYA GELAN E’
Di rûniştina duyemîne de Parlamentera Qersê Mulkiye Birtane axivî û bal kişand ser girîngiya konferansê. Mulkiye wiha nêrînên xwe anî ziman: “Zarok pêşeroja jinê û civakê ne. Îro qala êş û kesaran tê kirin. Jinên ku Suriyê dixwestin bên hatin astengikirin. Suriye cîranê Tirkiyeyê lê nekarî bê tevli konferansê bibin. Li Suriyê şerek dijwar heye. Çi rejima Baas a Esad, çi Arteşa Azad be şer ne şerê Azadiya gelan ne şerê desthılatdariyeyê. Di vê derê de herêma herî bi ewle herêma kurda ye. Herêma kurdan bûye 4 parçe û bi salan mafên van hatiye binpêkirin. Li Rojava şoreşek pêk tê şoreşa gelê kurd pêk tê. Jiyaneke hevpar û azad pêk tînin. Jin û ciwan meclisa xwe diafirînin. Jiyana xwe diafirînin. Jinên asûrê, suryanî û kurdan re silavên xwe dîşînin. Her delegesayon ji gelek ceribandinên van hene. Gelek zilm û zordarî dîtine, ji ber nasnameya jinê û ji ber nenasîna netewa van. Jina azad dema jiyana azad afiran, dê civak ji netew jî azad bibe.
‘GELEK TECRÛBEYÊN ME HENE’
Gulsen Ulker li dijî şîdetê bi salane têkoşîn dide û wiha dirêjî da nêrînên xwe: “Tecrûbeyên têkoşîna me gelek tişt hîne me kir. Îro nîşan da ku hevkarî girîng e. Di pêvajoya aştiyê de jî derket holê jî, dayiktî û rolên dayiktiyê em bi jinên Rojhilata Navîn re nîqaş bikin girîng e. Divê li vir bi sînor nebe. Gelek tecrûbeyên me hene û divê bên parvekirin.”