IPU: Êrîş û destdirêjî li parlamenterên jin tên kirin

Yekîtiya Parlamanteran a Navneteweyî û Meclîsa Parlamanteran a Konseya Ewropayê ragihandin, wekîlên jin ên li parlamentoyên Ewropayê dibin hedefa êrîşên zayendî, îstîsmar û şîdetê.

Yekîtiya Parlamanteran a Navneteweyî (IPU) û Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (PACE) encamên lêkolîna tevgera MeToo ya li ser rewşa jinan a li Parlamentoyên Ewropayê ji çapemeniyê re ragihandin.

UPI li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û hem encamên lêkolînê ragihand, hem jî mijar nirxand. Di daxuyaniyê de hate gotin, jinên ku li Parlamentoyên Ewropayê cih digirin bi rengekî giran dibin hedefa îstîsmara zayendî û şîdetê.

'LI 85 JI SEDÎ YÊ WEKÎLÊN JIN ŞÎDETA PSÎKOLOJÎK TÊ KIRIN'

Li gorî encamên lêkolînê, li 85 ji sedî yê parlamenterên jin şîdeta psîkolojîk tê kirin û hate gotin, "Destdirêjî li parlamenterên jin ên kêmî 40 salî tê kirin. Personelên jin ên li parlamentoyan jî ji parlamenterên jin bêhtir dibin hedefa şîdeta zayendî. Mekanîzmayek nîne ku van kiryarên tên serê jinan bixe rojeva parlamentoyan."

Di daxuyaniya hevpar a IPU û PACE de hate ragihandin ku di çarçoveya lêkolînê de nêrînên 123 jinên li parlamentoyên 45 welatên Ewropayê hatine girtin û hate gotin, "81 ji 123 jinan parlamenter in, 42 jî personelên jin in ku li parlamentoyan dixebitin. Ev rapor, raporên IPU yên beriya niha yên li ser mijarê piştrast dike. Ev rapor her wiha asta zayendîperestî, destdirêjî û şîdeta li jinên li parlamentoyan tên kirin bi rengekî berfireh radixe pêş çavan."

'LI 47 JI SEDÎ YÊ JINAN GEFA KUŞTINÊ HATE XWARIN'

47 ji sedî yê jinên beşdarî lêkolînê bûn gotin, gefa destavêtin û şîdetê li wan hatiye xwarin û 68 ji sedî jî diyar kirin ku ji ber bejn û bala xwe, ji ber kincên xwe bûne hedefa gotinên zayendîperestî. 25 ji sedî yê jinan bûn hedefa şîdeta zayendî.

SEROKA IPU: CIHÊ TIRS Û FIKARAN E

Seroka demê ya IPU'yê Gabrîela Cûevas li ser mijarê axivî û got, ew ji ber encamên raporê bi tirs û fikar e. Cûevas got, "Destdirêjiya li jinan tê kirin ne tenê binpêkirina mafên jinan e, di heman demê de zerara li demokrasiyê ye. Divê em bandora vê yekê ya li ser aktîvîteyên parlamenterên jin û azadiya wan a kar fêhm bikin."

SEROKA PACE: BI RÊYA TÊKOŞÎNÊ EM DIKARIN VÊ YEKÊ BIGUHERÎNIN

Seroka demê ya PACE'yê Lîlîane Maûry Pasqûîer jî got, "Mixabin ev lêkolîn rastiyeke xemgîn radixe pêş çavan. Heta ku di navbera jin û mêr newekhevî hebe, wê jin nikaribin xwe ji şîdet û destdirêjiyê biparêzin. Lê em dikarin bi rêya têkoşînê vê rastiyê biguherînin."