Rêxistina Efûya Navneteweyî ragihand ku li Sûdanê jina bi navê Întîzar Şerîf Ebdullah a 20 salî bi sucê zînayê hatiye tawanbarkirin, dê bê recmkirin û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) jî ragihand ku dibe temenê Întîzarê ji 18 salan jî kêmtir be.
Hat diyarkirin ku gava birayê Întîzarê ya li herêma Ombada ya welat a ku bi hikûmeta şerîetê tê birêvebirin, dijî lê xistiye, Întîzar li xwe mikûr hatiye ku ew zinayê dike. Întîzar hat dadgehkirin û bi cezayê mirinê hat mehkûmkirin. Tenê delîla suc ev e. Întîzar hat girtin û kesê ku tê îdîakirin pêre ketiye têkiliyê, hemû sucan red kir û serbest hat berdan.
Întîzar, bi zaroka xwe ya 4 mehî ve di girtîgehê de ye û li benda roja remê ye. Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê li gelemperiya cîhanê banga çalakiya lezgîn kir. Nunerê Efûyê yê li Sûdanê Jean-Baptiste Gallopin daxuyaniyek da û diyar kir ku ev yek jî kêmasiyên edalaeta li Sûdanê radixe ber çavan. Gallopin, diyar kir ku Întîzar bê parêzer û ne bi zimanê xwe yê zikmakî hatiye darizandin, îfadeyên bi lêdanê hatine biderxistin tenê ji bo mirina wê bûne delîl.
Rêxistina Efûyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku recm îşkenceyek hovan e û bal kişand ku hemû hiqûqa navneteweyî û heta hiqûq û toreya olî kuştina jinên zarok pêre hene qedexe dike.
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW-Human Right Wathc) jî daxuyaniyek û bang li Sûdanê kir ku pêkanîna cezayê recmê ya li ser Întîzarê rawestîne.
Sûdan, di cîhanê de yek ji hef welatên cezayê remê pêk tîne ye. Di van salên dawiyê de gelek jin bi recm û îdamê hatibûn cezakirin. Lê Dadgeha Bilind van hemû cezayan betal kiribûn.