Bi rêya hunerê çîrokên xwe vedibêjin
Yek ji hunermendên jin ên ciwan dibêje; “Cara yekem dema min pênûs girte destê xwe, min wêneyê keçekê xêz kir. Min huner hilbijart da ku bikarim hestê nava xwe bînim ziman.”
Yek ji hunermendên jin ên ciwan dibêje; “Cara yekem dema min pênûs girte destê xwe, min wêneyê keçekê xêz kir. Min huner hilbijart da ku bikarim hestê nava xwe bînim ziman.”
Hunermend, wênekêş û şêwekar ên jin ên ciwan ên ji neteweyên cuda yên li bajarê Kerkûkê têkildarê kêrhatiya jin ên ciwan ên hunermend û hilbijartina wî beşî, girîngiya huner, astengî û daxwazên wan ên ji bo pêşxistina kêrhatiyên keçan ji ANF’ê re axivîn.
‘BI RÊYA WÊNEYÊN XWE ÇÎROKA BÛYERAN VEDIBÊJIM’
Meryem Celîl Hadî di destpêka axaftina xwe de wiha behsa sedemê hilbijartina hunerê û armanca xwe ji xêzkirin û nîşandana wêneyan nêrînên xwe kir; “Dema ku ez zarok bûm min huner hilbijart, ji ber ku şêwazeke derbirînê ya aştiyane ye. Ez dest ji axaftin û kiryar berdidim, lê di wêneyên xwe de çîrokekê vedibêjim. Li Iraqê pir bûyerên bi êş, erênî û nerênî diqewimin. Em hewl didin ji bo behskirina bûyeran bêyî ku kesek guh bide me û di rûnîkirina bûyerê de bêyî ku westandinek çêbibe, em hewl didin bi rêya tablo û wêneyan çîrokê vebêjin û bigihînin hemû temenên cuda.”
'BI RÊYA TABLOYÊN XWE VE CIVAKÊ HIŞYAR DIKIM'
Meryemê di dewama axaftina xwe de got, “Di tabloyên xwe de min her tim hewl daye çîrokekê vebêjim ku di hemû mijaran de civakê rewşenbîr û hişyar bike. Her wiha di şêwekariyê de jî min hewl daye ku berdewam ji karên nerênî ku bibe sedemê êşkêşana yê hemberî min, xwe dûr bigirim.”
Meryema hunermend îşaret bi astengiyên ji ber nebûna piştevaniya pisporî ya aliyên peywendîdar kir û wiha pêde çû; “Nebûna piştevaniya pisporî ya aliyên peywendîdar li pêşiya xebatên me keçên şêwekar astengî çêkiriye. Rêxistin û aliyên peywendîdar ti tiştekî ji bo keçên hunermend nakin, ji ber ku ne bawerin ku em dikarin çîrokan vebêjin. Ev di demekê de ye ku rêbazê hunera şêwekarî baştirîn rêbaze ji bo veguhastina çîrokeke rasteqîn. Hêvîdarim ku zêdetir balê bidin me, ji ber ku em çîrokên rasteqîn ên civakê vedibêjin.”
‘BI HÊCETA KEVNEŞOPIYA CIVAKÎ PÊŞIYA XWE ÎFADEKIRINA KEÇAN A DI MIJARA GIHANDINA PEYAMÊN XWE HATIYE GIRTIN’
Hunermend Meryem di dawiyê de bal kişande ser asta piştevaniya civakê ya ji bo keçên xwedî kêrhatî û got, “Li vê civakê heta ji sedî 20 jî piştevaniya keçên hunermend û xwedî kêrhatî nehatiye kirin. Bi hêceta çand û kevneşopiya civakî pêşî li azadiya xwe îfadekirinê ya keçan a di mijara gihandina peyamên xwe hatiye girtin. Di dawiyê de hişmendiya civakê wisa dizane ku keç ne bihêz in û nikarin bi rêya hunerên xwe ve çîrokan bi başî vebêjin. Lê di rastiyê de keç pir bihêz in, kêrhatî ne, rewşenbîr û hişyar in jî. Lê ji bo hişyarbûn û rewşebîriya takên civakê pêwîste zêdetir girîngî bi keçên hunermend û xwedî kêrhatî bê dayîn, da ku hişmendiya heyî ya civakê biguhere û zêdetir baweriya wan bi hêrhatiyên keçan bê.”
‘CARA YEKEM DEMA MIN PÊNÛS GIRT MIN WÊNEYÊ KEÇEKÊ XÊZ KIR’
Hunermenda wênekêş û şêwekar Sara Seifûn jî qala hezkirina xwe ya ji hunerê kir û wiha behsa destpêka ketina nava wî karî kir; “Dema ez biçûk bûm min pir ji xêzkirina wêneyan hez dikir. Cara yekem ku min pênûs girt min wêneyê keçekê xêz kir. Min huner hilbijart da ku bikarim hestên hundirê xwe îfade bikim. Pir caran ku mirov bi hin rewşan re rû bi rû dimîne weke mînak rewşa xemgîniyê ku nikare bi axaftin bîne ziman; lewre min xemgînî û hesta xwe bi rêya pênûs û rengên cuda di wêneyên xwe de îfade dikim.”
‘BI TI AWAYÎ PIŞTEVANIYA JINAN NAYÊ KIRIN’
Sara Seidûn di dewama axaftinên xwe de bal kişande ser piştevaniya ku ji bo jinan tê kirin û got; “Mixabin di civaka me de bi ti awayî piştevaniya jinan nayê kirin. Di civakê de li pêşiya keçan astengî heye û rê nadin ku kêrhatî û hestên xwe îfade bikin. Her wiha zexteke zêde jî heye, ji ber wê jî em bi rêya tabloyên xwe hestên xwe îfade dikin.”
Hunermend Sara Seidûn di dawiyê de wiha hêvî û daxwazên xwe anî ziman; “Daxwaz dikim û hêvîdarim ku di çarçoveya piştevanî dayîna zêdetir a ji keçan re asta hişyarî û rewşenbîrî ya di nava civakê de zêdetir bibe. Her wiha hêvîdarin ku zêdetir bal bê kişandin li ser kêrhatiyên keçan.”
‘MIN GIRÎNGÎ DA HÊZ Û KÊRHATIYÊN XWE’
Sara Sefa jî bi vî rengî behsa hunerê kir; “Huner ne tiştek wisa ye ku her kes bikare di wê mijarê de bixebite, belku divê ew kêrhatî di wî/ê kesê de hebe. Dema min ev kêrhatî di xwe de pêş xist, destpêkê min dest bi çêkirina karê destî kir, piştre di warê şêwekarî û wênekêşî de min girîngî da kêrhatiyên xwe heta ku min karî xwe pêş bixim.”
‘NIFŞÊN KEVIN ZÊDETIR GIRÎNGIYÊ DIDIN HUNER’
Sara Sefayê diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye de berê zêdetir girîngî ji hunerê re dihat dayîn û wiha axaftina xwe domand; “Tişta ku min bala xwe dayê eve ku li gorî nifşên nihayî nifşên kevin ên berê zêdetir girîngî dane huner. Niha jî dibînim ku kesên bi temen di pêşangehê de zêdetir li ser wêneyan kûr dibin û bala wan li ser wêneyan heye û wateya wêneyan dipirsin. Lê ciwan tenê ji bo kişandina wêneyên xwe ku di medyayên dîjîtal de biweşînin tên.”
RENGDANA HEST Û ÊŞÊN WÊ NE
Sara Sefa di dewamê de behsa wateya hunerê kir û diyar kir ku xêzkirina wêneyan rengdana hestê hunermend e di tabloyên wê/î de, hunermend bi rêya berhemên xwe hewl dide ku ew êşên kişandî bîne ziman û veguhezîne. Sara behsa girîngiya piştevaniya malbatê ji bo keçan kir û got, “Di civakê de astengî heye, lê ji aliyê xwe ve kêyfxweşim ku malbata min piştevaniya kar û xebatên min dike. Dema malbat piştevan bin wê demê rexneyên nerênî yên civakê wê ti qîmeteke xwe nebe. Em dikarin rexneyên nerênî bikin bingehek ji bo serxistina hê zêdetir a ji bo derxistina kêrhatiyên xwe yên hunerî.”
BANDORA PERGALA PERWERDEYÊ LI SER HEZKIRINA ZAROKAN A JI HUNERÊ
Sara Sefa di dawiyê de îşaret bi girîngî dayîna civakê ya ji bo hunerê kir û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir; “Nêzîkatiyên takên civakê ya li hemberî hunerê û girîngîdayîn wê lewaz e. Niha zêde girîngî nayê dayîn ji hunerê re, sedema wê jî bi pergala perwerdeyê û waneya hunerê ku tê paşguhkirin ve girê didim. Ev yek vê peyamê dide zarokan ku mijara hunerê ne girîng e. Ev rewşe jî nifşekê çêdike ku ji bo wan huner girîng nebe. Dema zarok bi rêya huner û xêzkirina wêneyê ve hestên xwe bîne ziman, vê demê em dikarin ji bo fêmkirina pirsgirêkên wan girîngî bidinê. Daxwaza min ji hikumetê heye ku di pergala perwerdeyê de girîngiyê bidin waneya hunerê. Di hemû welatên pêşketî de girîngiyê didin hunerê lê li welatê me girîngiya hunerê nizain û hatiye paşguhkirin.”