Hunermendên jin çûn serdana Guven

Jinên ku di nava wan de şanoger, hunermend û sînemager hebûn, çûn serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 104 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.

Serdanên piştgirîdayîna Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku 104 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, didomin. Jinên ku di nava wan de şanoger, hunermend û sînemager jî hebûn çûn serdana Leyla Guven. Di serdanê de humermendên Kurd Mizgîn Tahir û Ozlem Gerçek ji bo Leyla Guven stran gotin. Jinan bi Leyla Guven re sohbet kirin û piştre wêne kişandin.

Di serdanê de hunermenda Kurt Mizgîn Tahir axivî, diyar kir ku Leyla Guven pêşengiya têkoşîna jinan dike û jin ji Leyla Guven hêzê digrin. Tahir wiha domand; “Ev berxwedan berxwedanekî zelal e. Ji ber vê sedemê em Leyla Guven pîroz dikin û li beramberî çalakiya wê bejna xwe ditewînin. Berxwedana wê, berxwedana me ye.”