Hunermend û gerîlaya kurd Şenay Goçer (Delîla Meyaser) ya bi 11 hevalên xwe re Qilabana Şirnexê di 24’ê tebaxa 2007’an de di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest da, bi şahiyekî hat bibîranîn.
Hunermenda û gerîlaya kurd Delîla Meyaser bi şahiya ku ji hêla Navenda Çanda Dîcle Firatê ve li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê a Amedê hat amadekirin bîranîn. Di şevê de Parlamentera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan, Dayika Delîla Meyaser, Gulsum Goçer, xwişka wê û birayê wê Bakî Goçer jî di nav de gelek welatî amade bûn.
Beriya ku şahî dest pê bike deqeyekî ji bo şehîdên şoreşê rêz hat girtin û piştre nameya Delîlayê hat xwendin û piştî xwendina nameyê dayika Delîlayê Gulsum Goçer derket ser dikê û axaftinek kir. Goçer diyar kir ku ew naxweze pesnê keça xwe bide û ev tişt anî ziman: “Delîla keçeke pir şîrîn bû, di nava jiyanê de her dem xwedî bandorek girîng bû. Di têkiliyên xwe yê jiyanê de her dem bi mirovên kal û pîr re eleqedar bû, mirovên kal bandoreke mezin li ser wê dikir.”
Goçer di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku keça wê şehîdê hemû Kurdistanê ye û ev tişt anî ziman: “Divê em xwedî li têkoşîna wan derkevin. Bi hezaran zarokê me di vê riya azadiyê de canê xwe dan. Tiştê ku tikeve ser milê me, xwedî derketina nirxan e. Tiştê ku me bigihîne serkeftinê xwedîderketina li nirxan e.”
Piştî axaftina Gulsum Goçer, Parlamentera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan axaftinek kir. Aydogan di destpêka axafina xwe de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û ev tişt got: “Hemû şehîdên şoreşê di dilên me de ne. Em bi ked û têkoşîna wan hatine vê rojê, em wekî gelê kurd divê xwedî li têkoşîn û bîranînên wan derkevin. Tiştê me bigihîne serkeftinê ev bixwe ye. Ez gareke din di şexsê şehîd Delîla de, hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin.”
Piştî axaftina Aydogan, sînevîzyona ku bi strar û muzîkên Delîlayê hatibû amadekirin û kurtejiyana Delîlayê vedigot hat pêşandan, di dema temaşekirina sînevîzyonê demên hestiyar hatin jiyîn.
Sînevîzyona ku piştî 15 deqeyan bi dawî bû, koma muzîka ya Navenda Çandê ya Dîcle Firatê derket ser dikê û stranên Delîla Meyaser ji mêvanan re pêşkeş kirin.
Gerîlayên ku di pevçûna 24’ê tebaxa 2007’an de bi çekên kimyawê hatibûn qetilkirin navên wan wiha ne: Zarîfe Adibellî (Roza Mardîn), Şenay Goçer (Delîla Meyaser), Rahîme Tuncer (Avesta Amed), Îdrîs Babat (Xwînrêj Botan), Ahmet Kara (Adok Farqîn), Îshak Yakut (Amed Akdag), Denîz Turk (Andok Denîz), Eyup Haydar (Erdal Serkeftin), Azîz Muhammed (Eşref Cîlo), Nasir Aydin (îsyan Brusk) û Cebraîl Turan (Rohat Dilpak)