HRE: 8 çete hatin kuştin, 19 jî birîndar bûn

HRE’yê ragihand di çalakiyên di navbera rojên 8-14’ê Nîsanê yên li Efrîn û Babê lidar xistin de, 8 çete hatin kuştin, 19 çete jî birîndar bûne. HRE’yê diyar kir ku 16’ê Nîsanê jî şervanê wan Alan Bênê jî şehîd ketiye.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên xwe daxuyaniyek nivîskî da û ev agahî parve kirin: Li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên hêzên me berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de;

Li roja 8’ê Nîsanê li gundê Hallubiyê ya navçeya Şera, li hember çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî brîndar bûn.

11’ê Nîsanê li bajarê Efrînê li hember nûqteyek çeteyan çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 13 çete brîndar bûn.

12’ê Nîsanê li bajarê Efrînê li ser rêya Trindê çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 4 çete brîndar bûn. Herwiha wesayîteke çeteyan hat rûxandin.

14’ê Nîsanê li bajarê Babê, li hember wesayîteke leşkerî ya çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin, seyare hat rûxandin.

ŞERVANEK ŞEHÎD KET

Li bejahiya navçeya Şera 16’ê Nîsanê di navbera yekineyek me û leşkerên dagirker de şer qewimî. Di vî şerî de hejmara kuştî û brîndarên dijmin nehat zelalkirin. Di vî şerî de şervanê me Alan Bênê li hember dijmin heta fişeka xwe ya dawî bi lehengî şer kir û gihişt asta şehadetê.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Alan Bênê

Nav û Paşnav: Basil Hesen

Navê Dayik: Nadya

Navê Bav: Nîdal

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn-Şêrawa

Cih û Dîroka Şehadetê: Şera/16’ê Nîsana 2021

Hevrêyê me Alan li Şêrawa di nav malbatek welatparêz de mezin bû. Hestên welatparêziyê di kesayeta xwe de zivirand zanebûnekî û li ser vê esasê ji bo tolê ji dagirkeran bigire li sala 2019’an tevlî nav refên me bû. Hevrê Alan her tim bi moral û coşeke mezin tevlî kar û xebatan bû û hemû erkên ku diketin ser milê wî bi azwerî û berpirsiyariyek mezin bicîh anî. Ev sekna xwe ya bibiryar heta kêliya dawî ya jiyana xwe parast û tevlî karwanê şehîdên azadiye bû. Em di şexsê hevrê Alan de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin û ji malbatê şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”