Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê di daxuyaniya der barê pevçûn û operasyonên li Dêrsimê hatine destpêkirin de daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama çalakiyek a gerîlayan de 3 leşker hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya ji aliyê Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê hat dayîn de hat ragihandin ku operasyona li Dêrsimê berdewam dike û di encama çalakiyek a gerîlayan a li vê herêmê de 3 leşkerên Tirk hatine kutşin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di 1'ê Hezîranê de li dijî derdora gundê Gevrek ê bi ser navenda Dersimê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve bi piştgiriya helîkopterên kobrayan operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê di saet 12.00'an de li dijî leşkerên derketiye operasyonê li nêzî herêma Kutudere çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker ji aliyê gerîlayên me ve hate kuştin, 2 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyon hatiye berfirehkirin û herêmên Demenan, Serkeftin û Navserên Konferansê daye ber xwe. Di derbarê operasyona li herêmê berdewam dike di rojên pêş de wê raya giştî bê agahdarkirin.”
4 KES HATINE BINÇAVKIRIN
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê 4 kesên li Dêrsimê ji aliyê gerîlayan ve hatine girtin de jî got; “Di 31'ê Gulanê de di saet 18.00'an de li ser riya Dersim- Erzinganê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke rêbirînê hatiye lidarxistin. Wesayita 5 kes tê de ne hatiye rawestandin û 4 kesên di avakirina qereqola Rojnik de dixebitin hatine binçavkirin kesek jî serbest hatiye berdan. Herweha wesayita van kesan jî hatiye şewitandin.”