HPG'ê sê gerîlayên ku li Qaxizmanê şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê sê gerîlayên ku Nîsana 2020'î li Qaxizmanê ya Qersê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, bi bîr anî.

HPG’ê di daxuyaniya niviskî de got, "29’ê Nîsana 2020’an artêşa Tirk a dagirker êrîşeke hewayî biriye ser qada Kizilkese ya navçeya Qaxizmanê ya Qersê. Di êrîşa hewayî de hevrêyên me Çavreş, Harûn û Ozer tevî nav karwanên şehîdan bûne.

Agahiyên nasnameyê yên gerîlayên şehîd wiha hate dayin:

Nasnav: Çavreş Ararat
Nav û Paşnav: Resul Resuli Kızılbaş
Cihê Bûyinê: Maku
Dê – Bav: Xezal – Brahim
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 29’ê Nîsana 2020’an / Kagizman       

Nasnav: Harun Îslam
Nav û Paşnav: Ercan Tutar
Cihê Bûyinê: Agirî
Dê Adı: Aygül – Mehmet
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 29’ê Nîsana 2020’an / Kagizman     
  
Nasnav: Ozer Ararat
Nav û Paşnav: Serkan Yildirim
Cihê Bûyinê: Agirî
Dê – Bav: Hanım – Abdurrahman
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 29’ê Nîsana 2020’an / Kagizman

Di daxuyaniyê de têkilî jiyana têkoşînê ya gerîlayan ev agahî hatin parvekirin:

"Hevrêyê me Çavreş li nav malbateke welatparêz jidayik bûye, dilê xwe yê ciwan û paqij ji bo ku li ser rêya Rêbertî geş bike 2007’an tevlî nav refên azadiyê bûye. Li wan çiyayên ku li wan li azadiyê digeriya tim di nav lêgerîn û rapirsînan de dimîne û navenda lêhûrbûn û rapirsînên wê her demê di ber Rêbertî û azadiya Rêbertî de canê xwe bêyî hesab feda bike. Ji ber vê hê bi ciwantî bi berpirsyarî rabûye, pratîk bûye û gihaştiye. Heq ji her cure zor û zehmetiyan derketiye, bi baweriya bi azadiyê û bîreweriya rêxistinî her demê mezin bûye û bedew  bûye. Hevrê Çavreş ku bi gotina, ‘’Ji heqîqeta Rêbertî ku bi hevrêtiyê re temsîla wê dibe girtina para xwe’’ bûye yek, ji vê heqîqetê para xwe girtiye û hezkirin, hurmet û dilgermiya xwe ya li hevrêyên xwe bi ken û jiyana xwe tim nîşan daye.

Bi vê maneyê di dilê her hevrêyî de cihekî kûr ji xwe re çêkiriye. Hevrê Çavreş ku li Rojhilatê Kurdistanê mezin bûyî, li dijî pergala emperyal ku Kurdistan kirin parçe, sînor li pey xwe hiştine, bi ser ketiye ku ji sînoran derbas bibe. Bi bîreweriya xaka welata wî ku dilê xwe pê re kiribû yek xeleka herî girîng a dîrokê ye, her gava xwe bi evin avêtiye. Gotina dewleta Tirk a faşîst, ‘’Kurdistana xeyalî liv ir veşartiye’’ ji bo hevrê Çavrêş bûye sedema tolhildana gelê berxwedêr ku ew neviyê wê ye û hesabpirsînê. Bi vê bingehê hevrêyê me Çavreş 2012’an derbasî qada Serhedê ya Bakurê Kurdistanê dibe, heq ji her cure zor û zehmetiyan derdikeve, di her gava xaka Serhedê de li gerîlatiyê kûr dibe, giyanê fedayî yê Apoyî bi xwe re jiyanî dike, digihije kesayata gerîlatiya profesyonel. Hevrêyê me Çavreş ku di gerîlatiya Serhedê de zîrek dibe, heta dema şehîdbûnê jî her demê di têkoşîna xwe de bi fedekarî, pratîk, dilnizm û çalak tevdigere, bi tecrûbeya xwe li her derdorê dibe fermandarê pêşeng, di hemû çalakiyên qada Serhedê de û di Pêngava Serfiraziyê ya Şoreşger de bi roleke pêşeng radibe.

Hevrêyê me Harûn li nav malbateke welatparêz a Serhedê jidayik bûye, bi çanda berxwedanê, bi çîrokên lehengiyê yên Broyê Heskî Têlî û Îhsan Nûrî mezin bûye. Li her qadê bûye şahide polîtîkayên dewleta Tirk ku dixwaze hebûna Kurdan ji holê rake û hê bi ciwanî li rêyên têkoşînê digere. Hevrêyê me Harûn ku li dijî pergala dagirkerî û mêtingeriyê her ku diçe hêrsa wî geş dibe, piştî ku dibîne derdora têkoşîna encamgir qadên gerîla ye, tevlî nav refên gerîla dibe. Di hemû pêvajoyên perwerdehiyê de ji hêla kesayatê ve xwe pir diguherîne, li ser felsefe, îdeolojiya Apoyî kûr dibe, dide ber xwe xwe bigihîne asta pîvanên milîtaniya fedayî ya Apoyî. Di şêwaz û taktîka gerîlayê serdemê de dibe profesyonel, li dijî dewleta Tirk a dagirker di berxwedanê de ji bo ku li eniya pêş be bi kedeke mezin rabûye. Hevrêyê me Harûn çanda berxwedana dîrokî ya Serhedê dewr girtiye, bi vîneke polatî li berpirsyariyên xwe yên dîrokî xwedî derketiye û nirx afirandine. Pratîka bi lenengî ya hevrêyê me Serhed ku li dijî dewleta Tirk û nokerên wê li çiyayên Serhedê nîşan dayî ji bo me hevrêyan û hemû ciwanên Serhedê bibe mînak. Hevrê Harûn her demê wê weke mîlîtanekî pêşeng ê têkoşîna azadiya gelê Kurd u zarekî leheng ê gelê Serhedê were bibîranîn.

Hevrêyê me Ozer ku li Agirî li nav malbateke welatparêz jidayik bûyî bi serhildêriya xwe ya ku nedihate zevtê û bi kesayata xwe ya berxwedêr ti caran serê xwe li ber polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê yên dewleta Tirk netewandiye. Qeleço û qirkirniên dewleta Tirk a dagirker ên li Agirî tim di bîra xwe de zindî hiştiye, bi hîsa ku rojekê tolê ji dewleta Tirk a dagirker hilîne mezin bûye. Li dijî qirkirina dewleta Tirk a qirker a 2015’an a li dijî gelê Kurd hevrêyê me Ozer li bara vê êrîşa qirkirinê bêdeng nemaye, tevlî nav refên gerîla bûye û pênc salan li qada Serhedê têkoşîneke bênavber daye. Hevrêyê me Ozer ku pêşengî li gelek çalakiyên li Serhedê kirî, dema gerîlatiyê bi gelek peywiran rabûye, hemû peywir û berpirsyariyên ku pê rabûyî bi rengekî serkeftî bi cih aniye û bûye milîtanekî fedayî yê Apoyî. Hevrêyê me Ozer bi meşa têkoşer a dastanî perspektîfa serfiraziyê ya rênîşandêr şanî me hevrêyên xwe kiriye.

Em ê alaya berxwedanê ku me ji hevrê Çavreş, Harûn û Ozer dewr girtî, ku wan alaya têkoşînê ya ji hevrêyên xwe yên şehîd dewr girtin her demê bi serkeftineke mezin li çiyayên Serhedê li ba kirine, em ê jî weke wan her demê bi serkeftinên mezin li babikin, bi diyarkirina pêkhatina armanca me ya Rêbertiya Azad Kurdistan Azad nêzîk bûye, em sond dixwin ku tola wan hilînin.

Bi vê çarçoweyê em sersaxiyê didin malbatên hevrêyên xwe yên şehîd, gelê berxwedêr ê Serhedê û gelê Kurdistanê yê welatparêz."