Hikûmeta Swêdê xelat da jina ku li dijî mafê kurtajê têdikoşe

Hikûmeta Swêdê xelata ku ji bo bîranîna  dîplomat Per Anger dide îsal da Teodora del Carman a El Salvadorlê ku li dijî mafê kurtajê têdikoşe.

Saziya dewletê ‘Forma Dîroka tê Jiyîn’ daxuyanî da û ragihand ku Vasqûez li El Salvadorê ku yek ji welatên herî muhafazakar e, ji bo ku ji bo mafê kurtajê yê jinan têkoşaye, hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Hate diyar kirin ku Vasqûez êşeke takekesî veguherandiye hêzekê û li welatê xwe bûye hêviya jin û keçên ciwan.

10 SAL Û 8 MEHAN DI GIRTÎGEHÊ DE MA

Vasqûez a sala 1983’an ji dayik bûyî meha Hezîrana 2007’an li fabrîqeya ku ji hiş ket. Zaroka Vasqûez a ku bi 9 mehên jê ducanî bû, mirî hate dinê. Lê polîsan bi sûcû ku bi zanebûna zarok kuştiye, ew kirin girtîgehê.

Dadgehê jî ji ber sûcê cinayetê 30 sal cezayê girtîgehê da Vasqûez. Vasqûez piştî ku 10 sal û 8 meh di girtîgehê de ma bi encama kampanyaya rêxistinên mafê mirovan û jinan meha Sibata îsal hatibû berdan.

Vasqûez piştî ku ji girtîgehê derket ji bo mafê jinan ê kurtajê were naskirin û ji bo jinên ku ji ber kurtajê di girtîgehê de ne werin berdan kampanya da destpêkirin.

25 JIN JI BER SÛCÊ KURTAJÊ DI GIRTÎGEHÊ DE NE

Li gorî daneyên Rêxistina Efû ya Navnetwî li El Salvadorê 25 jin ji ber sûcê kurtajê di girtîgehê de ne.

El Salvador yek ji welatên muhafazakar ên cîhanê ye ku bi ti şêweyî mafê kurtajê nas nake. Bi ti awayî mafê kurtajê nîne ji bo jinên ku di dema destavêtinê de ducanî dibin û di dema ji dayikbûna zarokan de rîska mirinê heye.

Cotmeha 2016’an komek parlamenter ji bo mafê kurtajê di şert û mercên diyar de were naskirin ji bo parlamentoyê pêşnûçeyek dan lê vê tiştek bi xwe re nanîn.

JI BO RAKIRINA QEDEXEYA KURTAJÊ 209 HEZAR ÎMZE HATIN KOMKIRIN

Rêxistina Efû ya Navnetewî ji bo jinên ku ji ber kurtajê hatin girtin, werin berdan bi salan e helw dide.

Di heman demê de ji bo hikumeta El Salavadorê kurtajê serbest bike, kampanya têne kirin. Bi kampanyayê li 57 welatan heta niha 209 hezar îmze hatine komkirin û radestî hikumeta El Salvador hatine kirin.