‘Hikumeta AKP’ê kuştinên jinan rewa dibîne’

‘Hikumeta AKP’ê kuştinên jinan rewa dibîne’

Navenda Jinê ya Nûda, bertek nîşanî tundiya li dijî jinê û qetilkirinên jinan yên bi gûman yên li Qoserê pêk tên da û wiha got: "Hikûmeta bi her tiştî xwe misliman nîşan dide, gelo dema mijar dibe jin li ku ye? Hikumeta AKP'ê kuştinên jinan rewa dibîne.

Navenda Jinê ya Nûda ji bo balê bikşîne ser kuştinên jinan û mirinên bi gûman yên demên dawî li navçeya Qoserê ya Mêrdînê pêk tên, li Qada Azadiyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankrata "Heta ramana zilam neyê rakirin, civakekî azad pêk nayê." vekirin û wêneyên jinên hatin qetilkirin û dowêzên "Em dê mirinê têk bibin û azadiyê qezenc bikin" û "Delweta di her tiştî de misliman dema ku mijar dibe jin li ku ye?" hatin hilgirtin. Rêveberên BDP'ê yên Qoserê, Alîkara Şaredarê Qoserê Leyla Salman, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Sîhem Elveren Alp, Wekîlê Şaredarê Qoserê Haşîm Baday, endamên KCD'ê, MEYA-DER, MADAY-DER, xebatêkarên Navenda Jinê ya Gulşîlav, Navenda Jinê ya Peljîn, DOKH û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn.

'DEWLET KUŞTINÊN JINAN REWA DIKE'

Civaknasa Navenda Jinê ya Nûda Emîne Konak daxuyanî xwend û bal kişand ser kuştinên jinan û wiha got: "Dewlet, tecawiz û kuştinên jinan bi awayekî bisîstem li ser jinê û civakê pêk tîne û rewa dike." Konak diyar kir ku, di 4'ê îlonê de li Qoserê jina bi navê Necla Yaprak hate qetilkirin û têkildarî vê yekê de tu agahî tunene û kuştinên jinan polîtîkin.

Konak anî ziman ku tundiya li hemberî jin ji ber sîstema zilam pêk tê û wiha axivî: "Îro jî hikûmeta AKP'ê qirkirina jinê rewa dibîne û bi sîstema dadê kesên li hemberî jinê tundî pêk tîne cezayên wan kêm dike û wan xelat dike. Hikûmeta bi her tiştî xwe misliman nîşan dide, gelo dema mijar dibe jin li ku ye?"