Hezo Kesbîr wefat kir, ji TJKE’yê sersaxî

Hezo Kesbîr wefat kir, ji TJKE’yê sersaxî

Dayîka Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Nûriye Kesbîr (Sozdar Avesta) Hezo Kesbîr di 4’ê hezîranê de li Almanayê di 92 saliya xwe de li Almanyayê jiyana xwe ji dest da. Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) ji bo Kesbîr peyamek sersaxiyê weşand û sersaxî ji malbata wê re xwest.

Hezo Kesbîr a ku di sala 1920’ê de ji dayîk bû, li Almanyayê xatirê xwe jiyanê xwest. Hezo temenek tije êş û têkoşîn jiya. Hat ragihandin ku dê cenazeyê wê di 7’ê hezîranê de li navçeya Qûbîn a Êlihê bispêrin axê. Sersaxî li Mala Êzidiyan a li bajarê Celle ya Almanyayê tê qebûlkirin. Serdanên sersaxiyê dê heat 10’ê hezîranê berdewam bikin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) ji bo Kesbîr peyamek sersaxiyê weşand û sersaxî ji malbata wê re xwest.