Hezaran jinên Kurd beşdarî 8’emîn Mihrîcana Jinên Kurd a Zîlanê ya li bajarê Almanya Gelsenkirchenê bûn. Her çendî baran jî barî, hezaran ji beşdarî mihrîcanê bûn.
Jinên Kurd ên ku ji welatên cûda yên Ewropayê hatin beşdarî mihrîcana jinan a îro ya li Gelsenkircehnê bûn.
Di mihrîcana jinan de nêzî 60 stad hatin vekirin û gelek jinan bi kincên xwe yên neteweyî ve bal kişandin ser xwe. Di mihrîcanê de panel hatin lidarxistin.
Beriya bernameya çandî ya mihrcîanê, panelek hat lidarxistin. Di panelê de, jinan bal kişand ser rewşa rojnamevan, hilbijart , zarok û çalakên jin ên hatine girtin. Her wiha, rewşa girtiyên siyasî yên di girtîgehên Îranê de jî di rojeva jinan de bûn.
Di mihrîcanê de peyamên Koma Jinên Bilind (KJB), Buroya Aşitiyê ya Jinan a Cenî, Komîsyoan Jiyana Jinê hatin xwendin. Di berdewama mihrîcana jinên Kurd de Parlementera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane axivî. Bîrtane nerazîbûn nîşanî hewldana rejîma AKP’ê ya ji bo “dersa hilbijarte” ya Kurd û got; “Dersa hilbijarte ya 2 seatî bila ji Erdogan re be” û diyar kir ku Kurd tu carî dest ji daxwaza ya zimanê zikmakî bernadin.
Bîrtane bal kişand ser zextên ku zarokên Kurd pêre rû bi rû mane û got; “Ger zarokek kevirek biavêje, ji temenê xwe zêdetir ceza digire” û wiha domand; “Ger îro zarokên Kurd ên 6-7 salî tiliyên serkeftinê li ba dikin, êdî gav paş ve nayê avêtin.” Her wiha Bîrtane bal kişand ku Kurd siyasetek demokratîk û aşitiyane dimeşînin.
Di mihrîcanê de bê navber dirûşimên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin qêrîn û hunermend Kewê derket ser dikê û bi skeç û henekên xwe girseyê kenand. Tevî Şehrîvana Kurdî gelek hunermend derketin ser dikê.