Hezar sal jî derbas bibe wê destê me di qirika we de be
Hezar sal jî derbas bibe wê destê me di qirika we de be
Hezar sal jî derbas bibe wê destê me di qirika we de be
Dayikên Şemiyê yên Stenbolê di hefteya 500'emîn de bi tevlîbûna hezaran kesan li Qada Galatasarayê hatin cem hev û diyar kirin ku ew dest ji lêgerîna xwe ya edaletê bernadin û wiha gotin: "Em dizanin ku heke em dest jê berdin em ê wê demê winda bikin. Rûmeta mirovahiyê dê wê demê birînê bigire."
Dayikên Şemiyê yên Stenbolê di hefteya 500'emîn de careke din li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Dayikên Şemiyê di 27'ê gulana 1995'an dest bi çalakiya xwe kirin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Parlmenetera Amedê Leyla Zana, Parlementerê HDP'ê Levet Tuzel, parlementerên CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û Melda Onur, Dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan, Dayika Hasan Ferît Gedîk Nuray Gedîk, nivîskar, hunermend, nivîskar, parêzer û bi hezaran welatî tevlî çalakiyê bûn. Bi armanca piştgiriyê bidin çalakiyê li İngiltere, Almanya, Avusturya, Îsvîçre, Avustralya, Kanada, Îsveç, DYE, Hollanda, Fransayê jî di heman demê de çalakiyên rûniştinê pêk hatin.
Berî çalakiyê AFSAT, Komîsyona Windayan a ÎHD'ê, endamên Lijneya Rêveber ên HDP û HDK'ê yên Stenbolê ji Qada Tunelê heya Qada Galatasarayê meşiyan.
JI 'DAYIKÊN PLAZA DE MAYO' NAME
Piştî axaftina vekirinê çalakiya rûniştişnê dest pê kir û xizmên windayan dest bi axaftinan kir. Hevsera Fehmî Tosun Hanim Tosun, diyar kir ku 500 hefte çawa derbasbûn nizanin lê 20 salin ji bo kiryar bên dîtin tu gav nehatin avêtin. Tosun, ji rayedarên dewletê re pirsa "We heya niha ji bo van dayikan çi kir" pirsî û wiha got: "Çavên gor û guhên wan ker in me nabihîzin. Heske bibîzhîzîn û heske nebihizîn em dê her tim hesabê ji we bipirsin. Heya hûn hesabê nedin em ji qada naçin. Ez li vir rûdinim ez dizanim Fehîm nayê. Lê ez ji bo tu kesên din weke Fehîm Tosun winda nebin rûdinim." Tosun, anî ziman ku di salên 90'an de li qada lê rûdinişitn hatin binçavkirin û hatin darpkirin û wiha axivî: "Dema min lêdan dixwar ez kefyxweş dibûm. Ji ber ku em ji bo xwe na ji bo hemû kesî li vir bûn."
Pişt re nameya "Dayikên plaza de mayo" yên Arjantînê şandî hate xwendin. Di peyamê de wiha hate gotin: "Em gelek hes ji Dayikên Şemiyê dikin. Em bi heyranî dişopînin. Têkoşîna wan gelek mezin e û divê têkoşîna xwe bidomînin. Di dawiyê de edalet dê saltanata bêdadiyê ji destê wan bigire."
Birayê Kenan Bîlgîn Îrfan Bîlgîn jî axivî û wiha got: "Ez ê li ser navê xwe we efû bikim." Birayê Cemîl Kirbayir Mîkaîl Kirbayir jî diyar kir ku hişmendiya darbeya 12'ê Îlonê hê didome.
'EM HATIN HEFTEYAN 500'EMÎN LÊ HÊ ME EDALET PEYDA NEKIR'
Dayika Murat Yildiz Hanîfe Yildiz jî wiha got: "Em ji bo bigihijin hefteya 500'emîn na ji bo bigihijin adetal û mirovahiyê hatin. Em hatin hefteya 500'emîn lê me adelat peyda nekir." Birayê Hasan Karakoç Ridvan Karakoç jî diyar kir ku 20 sal berê dest bi çalakiya xwe kirin û wiha got: "20 salin em tiliyên xwe li çavên gor didin û bang li guhên ker dikin lê tu kes tu tiştî nake."
'PÊKANÎNÊN DAIŞ'Ê DI SALÊN 90'Î LI SER MALBATÊN WINDAYIYAN PÊK ANÎN'
Keça Kasin Aksoy Gulbahar Aksoy ku di nava vê çalakiya Dayikên Şemiyê de mezin bû got ku ew çalakî berxwedana dayikên ku li ser sînor ji bo Kobanê disekinine jî û wiha axivî: "Em ê ji niha şûnde li şûna li benda edaletê bimînin em ê bi têkoşîna xwe edaletê bînin vî welatî." Kurê Abdullah Canan Arîf Canan ê ku ji Geverê hatibû anî ziman ku niha tiştên ku çeteyên DAIŞ'ê dikin di salên 90'î de bi serê malbatên windahiyan pêk anîn. Dayika rojnamder Ferhat Tepe Zubeyde Tepe jî helbesta ji bo kurê xwe nivîsandibû xwend.
'AQÛBETA EWLADÊN ME AŞKERA BIKIN'
Li ser navê girseyê birayê Hayrettîn Eren Îkbal Eren daxuyanî xwend. Eren diyar kir ku ji bo balê bikşînin ser rewşa windahiyan di 1995'an de ev çalakî hat destpêkirin û wiha axivî: "Ji ber ku li mafên xwe yên bingehîn xwedî derketin û wekî kurd, suryanî, keldanî û sosyalîst hatin dinyayê, ewladên kirin neyarên hev û terora dewletê ya ku li ser wan hat meşandin ji hêla îktîdarên siyasî vê bêceza man. Ji bo heqîqet dernekeve holê û edalet pêk neyê guhên xwe ji daxwazên me girtin. Ji ber vê yekê Tirkiye demokratîk nebû."
ÇÎROKA WINDAKIRINA TOSUN HAT VEGOTIN
Di çalakiya hefteya 500'emîn de çîroka windakirina Fehmî Tosun yê ku di 19'ê Cotmeha 1995'an de bi wesayîteke spî ya bi plaqeya 34 UD 597 li Avcilara Stenbolê hat revandin vegotin. Eran diyar kir ku hê jî aqûbeta Tosun nehatiye aşkerakirin û wiha pêde çû: "Heta ku Fehmî Tosun radestî malbata wî bikin, hesab ji kesên ku ew windakirine bê pirsîn ev têkoşîna me dê bidome û em tu caran dest ji vê têkoşînê bernadin."
ÎZMÎR
Çalakiya hefteyî ya ku bi pêşengiya ÎHD'a Îzmîrê ve tê lidarxistin bi tevlîbûna gelek kesan li ber Sumerparka Kevin berdewam kir. Di çalakiyê de çalakiya Dayikên Şemiyê ya 500'emîn hat silav kirin. Vê heftê çîroka windakirina Maksut Tepelî yê ku di 1984'an de li Aydin hat windakirin hat kirin. Hevjîna Tepelî Şehrîban Tepelî got ku heta ku aqûbeta hevjînê xwe hîn bibe û kujerên wî bên cezakirin ew dest ji têkoşîna xwe bernade.